Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne 2024-07-29 14:01:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsînê hinek ciwan hatin girtin û hinceta girtinê jî dirûşma “Bijî Serok Apo” hate nîşandan. Lê belê gelek biryarên AYM û DMME’yê hene ku dibêjin dirûşma “Bijî Serok Apo” sûc nînin.    Hesabên nîjadperest ên li ser medyaya dijîtal ji ber stran û govenda kurdî kampanyaya lînçkirinê li dijî ciwanên kurd dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Mêrsîn, Agirî, Êlih, Sêrt, Stenbol û Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Hinceta girtina ciwanan jî îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate nîşandan.    Li Mêrsînê komeke ciwanan li ber stranên kurdî govend gerandin û dîmenên wê li ser medyaya dijîtal parve kirin. Komên nîjadperest jî li ser vê vîdeoyê ciwan hedef girtin. 9 ciwanên ji ber dîmeneke kevin hedef hatin girtin, di 22’yê tîrmehê de hatin binçavkirin. Ciwan, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Ji bo vê îdiayê jî dirûşma “Bijî Serok Apo” weke hincet hate nîşandan. Polîsan, bi darê zorê bi ciwanan strana nîjadperestên tirk a “Ez bimrim Tirkiye” dan guhdarîkirin. Ciwan, di 25’ê tîrmehê de bi heman îdiayê hatin girtin.    BIRYARÊN DARAZÊ    Gelek biryarên darazê hene ku dirûşma ciwanan ji ber wê hatine girtin, sûc nîne. Ji ber dirûşma behsa xeberê gelek biryarên dadgehên herêmî hene ku ji hêla dadgehên jor ve hatine betalkirin û bi beraetê biencam bûn. Hinek biryarên Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dayin wiha ne:    AYM: AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ HATE BINPÊKIRIN    Welatiyê bi navê Hanîfî Bîçîmlî, ji ber çalakiya “Ez jî dibêjim birêz Ocalan” a di 7’ê tîrmeha 2008’an de li Amedê hate lidarxistin û ji ber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” ku di meşa 18’ê cotmeha 2008’an de hat lidarxistin berz kir, derheqê wî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. Bîçîmlî, ji ber çalakiya behsa xeberê di 16’ê kanûna 2009’an de hate binçavkirin û rojek piştre hate berdan. Di 23’yê sibata 2010’an de ji ber dirûşmên di du çalakiyên cuda de hatine berzkirin, 10 meh cezayê hefsê li Bîçîmlî hate birîn. Bi biryarê re Bîçîmlî hate berdan. Dadgeha Bilind, di 2’yê tîrmeha 2012’an de biryar betal kir û biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” da. Îtîraza li hemberî biryarê hate redkirin.    Bîçîmlî, di 26’ê tebaxa 2013’an de serî li AYM’ê da. AYM’ê xala destûra bingehîn a “Her kes xwedî wî mafî ye ku fikr û qenaetên xwe bi rêya gotin, nivîs, resm an jî bi rêyeke cuda bi tena serê xwe yan jî bi komî bîne ziman. Ev azadiye bêyî ku mudaxileyeke meqamên fermî were kirin, serbestiya wergirtina agahî û fikran jî digire nav xwe...” ya bi sernavê “Azadiya parvekirin û belavkirina fikrê” bi bîr xist.    AYM’ê biryara “Mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin” da.    JI BO DIRÛŞMA PKK’Ê BIRYARA BERAETÊ DAN    Ji ber pîrozbahiyên Newrozê yên di sala 2013’an de li Dîlokê hatin lidarxistin û vekirina avahiya BDP’ê, derheqê 10 kesan de doz hate vekirin. Dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” weke hincet hatin nîşandan. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di doza bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin de ji bo her 10 kesan biryara beraetê da. Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser “azadiya xweîfadekirinê”, got ku sûcê behsa xeberê tenê ji dirûşman pêk tê, di girtekên şopandin û kişandina cihê bûyerê de tu tundî nehatine dîtin.    Di sala 2018’an de 2 zarokên li navçeya Peyas a Amedê bi pereyê di Cejna Qurbanê de kom kirin çûn Lunaparkê û li gondolê siwar bûn. Bi lezbûna gondolê re her du zarokan nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan jî zarok binçav kirin. Zarok di heman rojê de hatin berdan û derheqê wan de doz hate vekirin. Danişîna ewil a doza ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, di 26’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Amedê hat lidarxistin.    'TUNDÎ DI NAV DE NÎNE’   Dadgehê, ji bo zarokan biryara beraetê dan. Di biryara bihincet de jî wiha ahte gotin: “Zarok çûne lunaparkê û li amûra keyfê ya ‘gondolê’ siwar bûne, di vê navberê de nîşaneya serkeftinê kirine û dirûşma ‘Bijî Apo, Serok Apo’ berz kirine. Ji ber vê sedemê jî bi îdiaya sûcê propagandaya rêxistinê kirine doz lê hatiye vekirin. Lê dema bûyer bi awayeke şênber tê lêkolînkirin, ev dirûşm rêbazên tundî û gefxwarinê yên rêxistinê rewa nîşan nadin. Ji ber vê yekê jî hêmayên sûc ên zarok pê tê tawanbarkirin çênebûne. Her wiha weke ku di biryara Dadgeha Bilind a li jor hatiye destnîşankirin de jî xuya dike, biryar hate dayîn ku hêmayên sûc çênebûne û zarokan ji sûcê propagandaya rêxistinê beraet kirine.”    Bi hinceta ku di sala 2014’an li Mêrsînê di dema çalakiyên protestokirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de dirûşma “Ocalan” berz kiriye, li welatiyê bi navê Tahir Tugrul doz hate vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 6 meh cezayê hefsê da. Daîreya cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind diyar kir ku hêmanên sûcê “Propagandaya rêxistinê” çênebûne û biryar “derhiqûqî” nirxand.    JI BO DIRÛŞMA DI DANIŞÎNÊ DE BIRYARA BERAETÊ DA    Welatiyê bi navê Mûstafa Kaplan bi îdiaya tev li çalakiyên sala 2011’an bûye hate girtin û 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 17 sal cezayê hefsê lê birî. Kaplan ê ku bihîstî ji doza jê dihat darizandin ceza lê hatiye birîn, li eywana dadgehê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Dozger, piştî serlêdana sûc lêpirsîn da destpêkirin û di 31’ê çileya 2013’an de derheqê Ramazan Kaplan de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 24’ê gulana 2013’an de 10 meh cezayê hefsê li Kaplan birî.    Piştî eşkerekirina biryara bihincet, parêzerê Mûstafa Kaplan serlêdana temyîzê kir. 16’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind got ku dirûşma hatiye berzkirin nakeve ber sûcê propagandayê û biryara betalkirina biryarê da. Di darizandina piştre de Kaplan ji vê dozê beraet kir.    JI DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ   Bi hinceta ku di 16’ê îlona 2008’an de li Dêrsimê di çalakiyekê de dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirine, derheqê welatiyên bi navên Suleyman Yurtdaş û Ozgur Soylemez de doz hate vekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Dêrsimê di 8’ê kanûna 2009’an de bi îdiaya “pesindayîna sûc û sûcdar” cezayê pereyan da. Piştî hemû rêyên hiqûqa navxweyî bênemcam bûn, welatiyan serî li DMME’yê dan. DMME’yê biryara binpêkirinê da û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir.