Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir 2024-07-29 11:49:30   NAVENDA NÛÇEYAN Li Dadgeha Dihokê, danişîna rojnameger Silêman Ehmed ê ku 279 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, destpê kir.   Danişîna rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin, dest pê kir.    Ehmet di çarçoveya Madeya 1’emîn a Qanûna Hejmar 21 a 2003’yan, bi sûcdariya “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê” tê darizandin.