Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin 2024-07-29 09:24:26   ENQERE - 5 Madeyên qanûnê yên rê li ber kûştina kûçikên li kolanan vedike, bi dengên AKP’î û MHP’iyan li Meclisê hate qebûlkirin.    Teklîfa Guherînê Qanûna Derbarê Parastina Ajalan a ku ji 17 madeyan pêk tê û rê li ber kuştina ajalên li kolanan vedike, ji hêla cemaweriya giştî bi bertekên mezin ve hate pêşwazîkirin. 5 madeyên qanûnê yên ewil, di Lijneya Giştî ya Meclisê de hatin qebûlkirin. Madeya 5’emîn a ku pir dihat nîqaşkirin, rê li ber kuştina ajalan vedike.    DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Partiyên muxalefetê ji bo madeya 5’emîn ji teklifê were derxsitin gelek pêşniyazname dan lê belê hemû jî hatin redkirin. Hevdîtinên bi ser teklîfê dê îro jî bidomin.