Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin! 2024-07-29 09:01:28 ŞIRNEX - Projeya otopark û eywana dawetê ku Şaredariya Şirnexê ya AKP’î 2 salan propagandaya wê kir, di nivî de hate hiştin û bêyî were temamkirin hate bidawîkirin.   Li Şirnexê di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de hatin kirin de AKP’ê bi hilbijêrên leşker şaredarî desteser kir. Gelek projeyên xwe yên di pêvajoya hilbijartinê de propagandaya wan kirin jî temam nekirin. Îhaleya projeya eywana dawetê û otoparka pir qatî ku şaredariyê di sala 2022’yan de dest pê kir, ji Nûhpen PLS û Avaniya MLZ Înşaet LTD. ŞTÎ û G7 Înşaet Teahut Teks. Xurek LTD. ŞTÎ’yê re hate dayîn. Bedelê îhaleya ku xebatên wê di 14’ê nîsana 2023’yan de hate destpêkirin û dîroka wê weke di 12’ê kanûna 2023’yan de hatibû diyarkirin jî weke 17 milyon û 600 hezar lîre hate diyarkirin. Projeya ku dihate payîn di nava 240 rojan de were bidawîkirin, bêyî ku were temamkirin hate rawestandin.    DÎSA SOZA XWE BI CIH NEANΠ   Şaredarê AKP’î Mehmet Yarka der barê projeya otoparka pir qatî û eywana dawetê de daxuyaniyek dabû û wiha gotibû: “Projeya parka otomobîlan a pir qatî ku wê tevkariyên girîng li jiyana bazirganiyê ya bajêr bike, bi otoparkeke nêzî 250 wesayîtan û sivikkirina trafîka li bajêr re tê armanckirin ku di dawiya salê de temam bibe.”   LEWHAYA PROJEYÊ HATE RAKIRIN Û PROJE HATE RAWESTANDIN   Lê proje bi temamî hate rawestandin. Nehate zanîn ku çima înşaeta otoparka pir qatî çima hatiye sekinandin. Ev projeya ku AKP’ê her tim propagandaya wê dikir jî bêyî ku were temamkirin, hate rawestandin. Balkêş e ku li qada înşaetê ya bi mehane bizmarek jî lê nehatiye xistin, lewhaya projeyê hatiye rakirin. Li aliyê din hate dîtin ku hesinên di nava înşaetê de ne jengar bûne. Weke hemû projeyên ku Şaredariya AKP’î li bajêr soza wan dabû, ev proje jî di nîvî de ma. Welatiyên ku pêdiviya wan a otoparkê heye ji ber neçariyê wesayîtên xwe li otoparka ku qada înşaetê ye park dikin û ev jî xetereyeke.