Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’ 2024-07-28 20:21:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha, Amed û Antalyayê girtina kesên ji ber gerandina govendê ya li ber stranên kurdî bi gerandina govendê hate protestokirin. Hevserokê DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî wiha got: “Gerandina govendê ne sûc e lê her hewldana li dijî vê yekê sûc û nijadperestî ye.”   Di rojên dawî de bi hinceta gerandina govendê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Li Amed, Riha û Antalyayê ev rewş hate şermezarkirin.     Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Karakopruyê, ji girtin û binçavkirinên di van rojên dawî de bi hinceta gerandina govendê ya li ber stranên kurdî hatin kirin bi gerandina govendê bertek nîşan da. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Bekîr Karakeçîlî û Sema Aîşeoglû û gelek kes beşdarî çalakiya protestoyê ya li qadeke vala ya li kêleka avahiya partiyê bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî yê piştî gerandina govendê ya li ber stranên kurdî daxuyanî da, bal kişand ku rewşa dijminatiyê ya li dijî govend û cil û bergên herêmî yên kurdî tê xwestin bê normalîzekirin û wiha got: “Kesên ku li kolanan, dawetan, li Meclisê, li medyaya dîjîtal û li her qada civakî ji faşîzma organîzeyî ya tê kirin re li çepikan didin, civakê ber bi xetereyê ve dibin.”   ‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’     Karakeçîlî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji vir rayedarên hikumetê hişyar dikin; dest ji sûcê nijadperestî û nefretê yê vekirî yê li dijî kurdan berdin. Cilên jiyanî yên kurdan ên rojan e ne sûc in, gerandina govendê ne sûc e, îşareta serkeftinê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc e, nijadperestî ye. Em ê serî li dijî aqlê siyasî yê weke faşîzma 12’ê Îlonê û Esat Oktay mînakê digirin serî natewînin. Em ê bi awayekî herî xurt li nirxên xwe, demokrasiyê û azadiyê xwedî derkevin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.    LI 7 NAVÇEYAN DAXUYANÎ Û BERTEK     Heman daxuyanî û çalakiya şermezarkirinê li navçeyên Pirsûs, Xelfetî, Curnê Reş, Serêkaniyê, Wêranşar, Hewag û Bêrecûkê jî hate pêkanîn. Endamên DEM Partiyê û welatî jî hatin ber avahiya partiyê û govend gerandin.    AMED    Endamên DEM Partiyê û welatiyên ku li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin bahev, govend gerandin û çalakiya protestoyî li dar xistin. Hevşaredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê. Balkêş bû ku kesên astengdar jî beşdarî govendê bûn. Dayikên li parkê bi tilîliyên xwe piştgiriya kesên govend digerand kirin, bi govendên weke cîda, gizo û giranî girtin hatin protestokirin.    Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Xana Axpar Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû jî tev li çalakiya protestoyî ya li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Xana Axpar hate kirin bûn. Çalakî bi govendên li ber stranên kurdî hatin gerandin bi dawî bû.    Endamên DEM Partiyê li navçeya Peyasê jî li ber Ceylan AVM’ê li ber stranên kurdî govend gerandin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê û gelek kes welatî beşdarî çalakiyê bûn.    ‘ÇANDA ME RÛMETA ME YE’     Rêvebera DEM Partiyê ya Peyasê Nesîbe Haran a piştî gerandina govendê axivî, wiha got: “Ew çi bikin jî nikarin çanda me ji holê rakin. Em ê her tim govendên xwe bigerînin.” Piştî daxuyaniya hate kirin dirûşmeya “Çanda me rûmeta me ye” hate berzkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.  Li navçeya Farqînê jî li Parka Kent Meydaniyê li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin û girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin.    Di çarçoveya biryara hatiye wergirtin de li navçeyên Amedê yên din jî çalakî hatin lidarxistin.     ANTALYA   Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li ber avahiya partiyê çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiya ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin de pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin.    Rêveberê DEM Partiyê yê Antalyayê Şevket Temel ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Tirkiye li aliyekî bi xizanî û bihabûna jiyanê re rûbirû ye li aliyê din jî bi rûyê qirêj ê şer re rû bi rû ye. Krîza aborî û siyasî ku di encama polîtîkayên şer de kûr bûye, hemû civak bi şert û mercên dijwar re rû bi rû hiştiye. Em bang li hemû gelan , bi taybetî hemû şoreşger , sosyalîst , demokrat , rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin.” Pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin û girtin û binçavkirin hatin şermezar kirin.