Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir 2024-07-28 16:36:34     ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Êlihê bi kedkaran re hate bahev wiha got: “Bêkarî, xizanî, birçîbûn û bihabûna jiyanê ewqasî kûr bûye ku gotin têrê nake ku bêjin kêr gihişte hestî. Niha kêr hestî derbas kiriye.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Êlihê çû serdana karkeran. Hevdîtin, li Şaxa Sendîkaya Karkerên Petrol Lastîkê ya Tirkiyeyê (Petrol-Îş) hate kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî, Zeynep Oduncu, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Êlihê û gelek karker tev li bûn.   Hatîmogûllari û şandeya pê re bi strana “Berxwedan xweş doz e” û bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Zext nikarin me têk bibin” û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê yên axivîn, bi civînên li dar xistin re daxwaz û pêşniyarên karkeran hatin wergirtin.    ‘EM Ê KDA TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’     Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a pişt re axivî, destnîşan kir ku li dijî xizaniya ku desthilatê afirandiye dê têkoşîna kedê bilind bikin û banga piştevaniyê kir. Sonuk, bal kişand ku qeyûm li şaredariyan texrîbateke mezin afirandiye û wiha got: “Li her qada jiyanê di nava 8 salan de texrîbat kirin. Ji Heskîfê bigirin li gelek qadan hewl dan çand û zimanê kurdan ji holê rakin. Li qada bêkariyê jî pirsgirêkên mezin hene, ji bo vê jî xebatên me dê hebin. Me îro loqenteyên bajêr avakirin. Em ê weke şaredariyê koperatîfan ava bikin. Koperatîfên tekstîlê jî di nava vê de. Ji bo vê jî xebatên me hene. Xebatên me yên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê jî dest pê kirin.”   ‘KÊRÊ HESTÎ DERBAS KIR’     Dû re Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari, anî ziman ku kedkarên di nava lêgerîna maf de ne dê serbikevin û wiha got: “Ez hemû birayên xwe yên karker û kedkar bi rêzdarî bi bîr tînim.”    Hatîmogûllari destnîşan kir ku li dijî xizaniya ku zêde dibe gotina “Kêr gihişte hestî” êdî tê re nake û ev tişt gotin: “Niha ji ber krîza aboriyê ya giran a li welat xizaniyeke zêde heye. Ji xwe her yek ji me li mala xwe vê yekê dijî. Mirovên bi taybetî mûçeyê kêmtirîn digirin, teqawît û yên neçar in di binê mûçeyê kêmtirîn de bixebitin, îro nikarin li Tirkiyeyê kirêya xaniyan bidin. Bêkarî, xizanî, birçîbûn û bihabûna jiyanê ewqasî kûr bûye ku gotin têrê nake ku bêjin kêr gihişte hestî. Niha kêr hestî derbas kiriye.”   DÊ BI JINAN RE BICIVIN   Hatîmogûllari, da zanîn ku armanc dikin ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi jinan re bicivin û ev tişt gotin: “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in. Em ê kampanyaya xwe ya jinan ku bi dirûşmeya ‘em xwe bi rêxistin dikin’ bi awayekî hemwext bimeşînin. Hêviya me ya herî mezin a di van civînan de ne tenê axaftina li ser pirsgirêkan e, em ê pêşniyarên çareseriyê jî biaxivin. Em dixwazin aşkera bikin ku bi rêxistinbûyîneke xurt re em çawa dikarin helwestekê nîşan bidin. Ji ber vê yekê me ev kampanya pêk anî.   EM HATINA ASTA KU ÎTHAL BIKIN    AKP’ê bi polîtîkayên çandiniyê yên di roja ku hat ser desthilatê re em mehkûmî cîhana derve kir. Weke hûn dizanin ji ta heta derziyê ji hilberîna pembo re kota anî, teşwîq nekir û hilberîna pembo kêm kir. Vê yekê jî rast e rast bandor li hilberîna tekstîlê kir. Tirkiye di serdemekê de di îhrackirina tekstîlê de welatekî girîng bû, niha hatiye asta ku îthal bikin.    Her wiha çavkaniya herî girîng a hilberîn û debara vir petrol e. Herêmeke dewlemend a petrolê dikare encax ev qas xizan bibe. Binihêrin, em karakterê welatê tîpîk ê Rojhilata Navîn li Êlihê jî dibînin. Em dibînin ku welatên petrolê çawa di nava hejariyê de dijîn û çawa şêx û qralên wan para herî xweş dixwin. Heman tişt li Êlihê jî derbasdar e. Li vê derê, weke herêmeke ku herî zêde petrol li Tirkiyeyê tê derxistin, Êlih niha di kategoriya bajarên herî xizan ên Tirkiyeyê de cih digire. Divê para herî mezin a hilberîna li vir rêveberiya herêmî bigire. Me ev yek her tim parast. Em feraseta rêveberiyên herêmî diparêzin.   DIVÊ KARGEH BÊN AVAKIRIN     Li Tirkiyeyê pêdivî bi avakirina kargehan heye. Mînak îro li Êlihê dikare kargehek were avakirin. Lê di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de hewl didin dê bi pirsgirêka kurd re têbikoşin û ji polîtîkayên ewlehiyê re razemeniyê bikin. Lê pêdiviya gelê kurd Kurdistanê kargeh e. Mirov ji ber birçîtî û xizaniyê li ber mirinê ne. Lê ew rakirina pereyan a ji polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên ewlekarî, operasyonên derveyî sînor û çekan pêwîsttir dibînin û difikirin ku aboriyê dê wiha rast bikin. Binêrin çavkaniyeke din a herî girîng a debarê çandinî û sewalvanî ye. Piştî ku desthilat di sala 2002’yan de bû desthilat çandinî û sewalvanî xelas kir. Civîna me ya gel a beriya niha li Qersê bû. Em bi mirovên ku karên sewalkariyê dikin re civiyan. Dibêjin ku ‘em sewalên xwe difiroşin û karên xwe tasfiye dikin’ Ji ber ku dibêjin ‘em neçarin kayê îthal bikin’. Tirkiye welatekî ku kayê îthal bike ye? Berê Tirkiye ji 9 welatên cîhanê bû ku dikarî di çandiniyê de tê ra xwe bike. Ya ku ew anî vî halî ev desthilat e. Vê desthilatê her tişt taybet kir. Dema şer li Sûriyeyê berdewam dikir ji Sûriyeyê kartol îthal kir. Ya ku em anîn vê rewşê ev desthilat bi xwe ye.”   ‘DIVÊ VEGERIN TOVÊ HERÊMÎ’     Yek ji gaveke herî girîng a ku ji bo sererastkirina aboriyê bê avêtin bihêzkirina çandiniyê ye. Daxwaza me ya şênber a ji bo vê çi bû? Em bûna em da di rêveberiyê de çawa bûna? Em neçarin vegerin tovê herêmî. Divê li Tirkiyeyê zeviyên ji bo çandiniyê baş bi teşwîqkirina dewletê ji çandiniyê re bên vekirin ku dîsa ev welat rabe ser xwe.    CIWAN KOÇ DIKIN     Îro li Tirkiyeyê di serî de Êlih li gelek bajarên Kurdistanê ciwan bi awayekî zêde koç dikin. Gelek ciwan diçin Almanya û Kanadayê. Bawer bikin dibe ku em heta piştî 10 15 salan li nexweşxaneyan bijîjkan jî peyda nekin. Dîsa vê desthilatê kir. Ev ciwan bi ku ve diçin? Du sedemên vê koçkirinê hene. Ciwan bêkar û xizan in. Sedemê duyemîn jî ciwan ne keyfxweş in.    ŞÎRKETÊN KU ALÎGIRÊN AKP’Ê NE BACÊ DIREVÎNIN    Hûn dizanin îro têkildarî bacê qanûneke nû ji Meclisê derbas bû. Îro ji bilî Tirkiyeyê welatekî pergala bacê ya bêedalet lê heyî nîne. Hate teşhîrkirin ku di nava kesên herî dewlemend de şîrketên parlamenterên AKP’ê hene. Îro şîrketên mezin ku alîgirê AKP’ê ne bacê direvînin. Lê niha bi qanûna nû derdekî wan ê ji xizanan bacê bistînin û barê wan ê bacê giran bikin heye. Divê pergaleke ku ji kesên ku kêm pere qezenc dikin baceke kêm ji kesên zêde qezenc dikin re baceke zêde wergirin bê avakirin. Lê ew ji xwe re maf dibînin ku ji mûçeyê teqawîdan bacê bigirin.   ‘DIVÊ MÛÇEYA KÊMTIRÎN BIBE 32 HEZAR Û 500 LÎRE’     Em dixwazin weke DEM Partiyê bibêjin ku bila mûçeya kêmtirîn bibe 32 hezar û 500 lîre. Ji ber TUÎK reqamên enflasyonê ji qesrê aşkere dike, reqamên ku aşkere dike ne rast in. Mînak da zemek di meha tîrmehê de bê kirin lê nehate kirin. Me ev yek rexne kir. Em li dijî vê yekê sekinîn. Wekî din cotkarê hilberîner serî li krediyeke cidî da. Faîzên nû ji van krediyan re hatin û ji bo deynên hilberîner ê heta 250 lîreyan were jêbirin xebatên me didoin.”   Civîn bi guhdarkirina pirsgirêk û daxwazên karkeran bi dawî bû.