Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne 2024-07-28 16:08:44   ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana Fîlîz Taşkesen ku bi hinceta “Govenda kurdî” 3 zarokên wê hatine girtin û cezayê hefsa malê li wê jî hate birîn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de çû serdana Êlihê. Hatîmogûllari, çû serdana mala Fîlîz Taşkesen ku 3 zarokên wê bi hinceta “Govenda Kurdî” hatin girtin û li wê bi xwe jî cezayê hefsa malê hatiye birîn. Taşkesen, di serdanê de axivî û got ku biryara derheqê wan de, asta derhiqûqtiya li welêt nîşan dide.    Piştre jî Hatîmogûllari axivî û wiha bertek nîşan da: “Govenda li ber stranên kurdî weke hincet hatiye nîşandan. Operasyoneke hemwext heye. Ev sepan, sepanên salên 90’î ne. Weke DEM Partiyê em li gel te ne. Dê gelê kurd li her derê her dem govendên xwe bigerîne. Ji ber ku ev çanda gelê kurd e. Nefreta xwe ya li hemberî kurdan li dijî vê malbata me didin der. Dê ev sepanên qedexeyê û operasyonên li dijî ziman û çanda me vala derkevin. Dê keçên me ji girtîgehan derkevin.”