Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin 2024-07-28 12:33:33   STENBOL - Bi hinceta ku di dawetên dîrok û cihên wan cuda yên Stenbolê de li ber stranên kurdî govend gerandine, 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 11 jê hatin girtin.    Duh li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Welatî bi hinceta ku di dawetên bi dîrokên cuda de li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binbçavkirin. Welatiyên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin  sewqî edliyeyê hatin kirin.    Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 11 kes jî bi heman îdiayê hatin girtin.