Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin 2024-07-28 11:48:02   RIHA - Di bin sîwana Şaredariya Wêranşarê de Konseya Bajar hate avakirin. Hevşaredar Bedriye Yorgun got: “Em bi hev re bi ser ketin, dê bi hev re birêve bibin.”    Li navçeya Wêranşar a Rihayê di bin sîwana şaredariyê de Konseya Bajar hate avakirin ku dê hemû derdorên cuda tê de bi awayekî çalak cih bigirin. Konseya Bajar, ji hêla Komîsyona Gel û Baweriyan û Komîsyona Pêwendiyên bi Saziyên Civaka Sivîl re hate avakirin. Lijneya ewil a konseyê li Eywana Konferansan a Navenda Çand û Hunerê ya şaredariyê hat lidarxistin. Lijne, bi dirûşma “Em bi hev re bi ser ketin, dê bi hev re birêve bibin” hat lidarxistin. Hevşaredar Bedriye Yorgun, endamên meclisa şaredariyê û nûnerên gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li bûn. Lijne, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre têkildarî xebatên ji hêla komîsyona amadekar ve hatin meşandin, armanca avakirina konseyê, rêgezên xebatê û hedefên pêşerojê de agahî hatin parvekirin.    Piştre jî Hevşaredar Bedriye Yorgun axivî û wiha got: “Dê ji gundan heta her devera navenda bajar tevahiya gelê me xwedî gotin be û di pêvajoya biryardayînê de cih bigire. Tevahiya rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bajar hatine vexwendin. Heke ji bo cihekî wiha dewlemend em bi hev re destê xwe deynin bin kevir, bi hev re pêşniyarên çareseriyê bikin û bi hev re bibin hêza çareseriyê, di wê baweriyê de me ku dê tu pirsgirêkên me yên rê, av, enerjî, pak, baxçe û bêkariyê nemînin. Em bi hev re bi ser ketin û dê bi hev re birêve bibin.”    ENDAMÊN LIJNEYÊ BI HILBIJARTINÊ HATIN DIYARKIRIN    Piştre jî ji bo diyarkirina serok û endamên komîsyonê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Îbrahîm Ektî weke Serokê Konseya Bajar hate hilbijartin. Ektî, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevkarî û beşdarbûnê.    Lijne, bi pêşniyar û nêrînên beşdaran bi dawî bû.