ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN 2024-07-28 09:00:47 * Ji pêvajoyên şer û pevçûnan herî zêde Dayikên Aştiyê bi bandor dibin. Dayikan bertek nîşanî êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin dan.   * Kerem Arvas ê li Tetwanê ji hêla leşkerên derketine operasyonê ve îşkence dîtiye, tevî ku gilî hate kirin jî îfadeyên leşkeran nehatin girtin û der barê dosyeyê de biryara “neşopandinê” hate dayîn.   * Kesên tev li Mihrîcana Munzurê bûne destnîşan kirin ku bi salan e li dijî polîtîkayên yekperestiyê têkoşînek heye û gotin: “Li cihekî jî her tim têkoşînek jî heye. Nikarin wê jî asteng bikin.”   * Rojnameger Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re girê bide û bal kişand ser rola PDK’ê ya di vê plansaziyê de.   * Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ku têkoşîna Zenûbya ya Palmîra weke “Bajarê Jinan” di dîroka berxwedanê de nivîsandin dewr girtine, Jiyan Dêrik wiha got: “Dema jinan li dijî DAIŞ’ê şer dikir, li bajarê Zenûbyayê şehîd bûn. Lewma li kîjan devera cîhanê li dijî jinan êrişek hebe em ê li dijî wan êrişan bisekinin.”     * Xelkê navçeya Pasûr a Amedê dê li dijî xebatên madenên krom û hesin ên li Zoma Hasandinê hatine destpêkirin daxuyanyê bidin. (11.00)   * 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê di roja 4’emîn de bi panel û çalakiyên cuda bidome. (11.00-20.00)   *Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Êlihê bi karkeran re bê gel hev û piştre dê biçe serdana şaredariyê. (15.30-19.00) ZINDÎ   *Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talankirina xwezayê ya li Şirnexê didome dê di ketina gundê Çemê Şemo de daxuyaniyê bide. (15.30)