CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn 2024-07-28 00:08:20   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT diyar kir ku PDK’ê ji welatiyên 4 gundên li herêma Ber Garê yên girêdayî Amediyê dijîn xwestiye ku di nava 9 saetan de gundên xwe vala bikin.    Endamê Tîmên Avakirina Aştiya CivakÎ (CPT) Kameran Osman daxuyand ku rayedarên PDK’ê ji welatiyên li gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên li herêma Amediya Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn, xwestine ku gundî di navbera setên 08.00 û 17.00’an de serdana gundên xwe bikin, piştre bi temamî vala bikin û ji cihên ku hatine diyarkirî re biçin zext kirine.    “Welatiyên van her çar gundên Ber Garê nêzîkî mehekê ye ji ber êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên wan bi neçarî gundên xwe vala kirine, mal û milkên xwe terikandine û li bajarokê Dêrelok û Dihokê bicih bûne.” Osman anî ziman ku rayedarên PDK’ê ji gundiyan re gotiye ku ji bo tiştên mayî kom bikin Tirkiye 9 saet destûr daye.