Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin 2024-07-27 21:25:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê hatine lidarxistin de banga “Bila serokatiya hevseroka ji hêla meclisa şaredariyê ve hatiye hilbijartin, were naskirin.”    Li dijî tayîkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) bi dest xistiye çalaki didomin.    EDENE   Rêxistina DEM Partiyê ya Edenê di Qada Beşocakê de xespa îradeyê protesto kir. Girseya ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin pankarta “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin xespê” hate vekirin, dovîzên bi ser “Qeyûm darbe ye” û “Şaredarî yên me ne, emê destûr nedin xespê” dinivîsand hatin hilgirtin û dirûşmên “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berzkirin.    Heverokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de anî ziman ku desthilat li dijî îradeya gel sûc dike û wiha got: “Mafê bijartin û hilbijartinê bi darê zorê ji destê kurdan digirin. Bi îdianameyekî derewîn hevserokê me yê Şaredariya Colemêrgê tê binçavkin û bi lezgînî li şûna wî qeyûm tê tayînkirin. Ev yek xespkirina îfadeya gel e. A rast ya hatiye xespkirin demokrasi ye. Ev darbeya li aştî û demokrasiyê hatiye kirin. Me li dijî van êrişên nerewa tim li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin.”    Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi çepik û berzkirina dirûşman çalaki hate bidawîkirin.    ENQERE    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li Cadeya Sakaryayê daxuyaniya çepemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne em ê destûr nedin xespê” hate vekirin.    Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan diyar kir ku desthilat û şirîkê wê yê biçûk ji ber demokrasiyê nasepînin her roj welat ber bi xizanî ve diçe. Lê divê were zanînku dê welat bi darê zorê nayê birêvebirin. Em carekî dibêjin, divê ji vê xeletiyê were vegerîn, divê serokatiya Viyan Tekçe ya ji hêla Meclisa Şaredariyê hatiye hilbijartinê were qebûlkirin.”    ‘EM VÊ ASAYÎBÛNÊ QEBÛL NAKIN’   Çalpan bal kişand ser gotinên “asayîbûnê” yên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û ev tişt gotin: “Li Mêrsînê, Sêrt û Bazîdê ji ber guhdarkirina stranên kurd û gerandina govenê, mirov hatin binçavkirin, hatin girtin û îşkence li wan hate kirin. Em vê ‘asayîbûnê’ qebûl nakin.”    Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.