Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin 2024-07-27 19:19:30   DÊRSIM - Panelîstên di panela bi navê “Geşedanên Rojane yên Siyasî” de axivîne bal kişandin ser pirsgirêkên Kurdistan û Tirkiyeyê û anîn ziman ku divê têkoşîna hevpar were xurtkirin.    Mihrîcana 22’yemîn a bi dirûşma “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de bi panela “Geşedanên Rojane yên Siyasî” domiya. Moderatoriya panela ji hêla gelek kesan ve hatiye şopandin, Mûstafa Taşkiran kir. Nûnerê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Erdal Ateş, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz, endamê Partîzanê Kasım Tosûn, Serokê Giştî yê Partiya Kedê Seyît Aslan wek axiver tev li panelê bûn.    TOSÛN: ŞEREKÎ NÛ YÊ PARVEKIRINÊ   Endamê Partîzanê Kasim Tosûn di  Panelê de mafê axaftinê girt û bi ser geşedanên dawî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û  cîhê peşkeşiyek kir. Tosûn ser pêvajoya Şerê Sar, şerê Rûsya û Ûkraynayê sekini, anî ziman ku şerekî nû yê parvekirinê di rojavê de ye û wiha got: “Heke di hemû cîhanê de gelên dijî têkoşîna xwe pêş nexin û xurt nebin em jî dê heman tiştan dubare bijin. Em bawer dikin ku dê gelê me plansaziyên mêtingeran xera bike.”    BOZ: DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN   Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz diyar kir ku desthilat bi polîtîkayên faşist tevdigere û ev tişt gotin: “Sedema pergala me ya hevserokatiyê avakirina pergalekî alternatîf bû. Ew jî pergala dixwestin bi destê qeyûman xwestin ava bikin. Gel li be xwe de û bertek nîşan da. Me li Wanê şênber dît û ew neçar man ku paş de gav biavêjin. Herwiha polîtîkayên şer ji tecrîdê jî, ji Aboriyê, ji geşedarnên siyasî dûr nîn e. Divê li dijî pirsgirêkên li welat têkoşîna hevpar were xurtkirin.”    ‘DILÊ MÊTINGERAN XWEŞ DIKIN’   Serokê GiştÎ yê EMEP’ê Seyît Aslan têkildarÎ aborî, siyaset û geşedanên li cîhanê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Erdogan duh got, ‘Em ê destûrê nedin dijminên sermayeye’. Ev tê çi wateyê? Tê vê wateyê, em ê hemû astengiyên li pêşiya mêtingeran rakin, mêtinger çînekî çawa ya karkeran bixwazin ew ê li gorî dilê wan derfetan ava bikin. Di 22 saliya desthilata “yek zilam” a Tirkiyeyê de bi ser 35 hezar karkaran jiyana xwe ji dest dan. Qers di rojê de 53 milyon milyon dolaran xerc dike lê belê ji me karkeran re dibêje ‘pariyên xwe biçûk bikin’. Divê em li dijî hemû pirsgirêkan têkoşîna hevpar bimeşînin.    TAŞKIRAN: DIVÊ EM HEYÎ VEGUHERÎNIN TÊKOŞÎNA POLÎTÎK    Cigirê ESP’ê Beycan Taşkiran jî têkildarî pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkeşiyek peşkeşiyek kir, da zanîn ku xetekî têkoşînê li Tirkiyeyê xurt dibe û diyar kir ku divê ev hêz bibe hêzekî têkoşîna polîtîk.    ATAŞ: JI XEYNÎ ŞOREŞÊ ŞANSÊ ME NÎN E    Endamê SMF’ê Erdal Ataş jî ev tişt anî ziman: “Heya ku ev vê pergala bûye bela serê mirovahiyê ranekin dê şoreş pêkan nebe. Divê em hêzên xwe bikin yek û bi hev re têbikoşin. Şoreş tekane şansê me ye. Çareseriya tekane avakirina cîhanekî sosyalist û hêjayî jiyanê ye.”