'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e' 2024-07-27 18:42:19 ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ku di daxuyaniya tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û civanên kurd de anî ziman ku berpirsê êrişên desthilata AKP û MHP'ê ye û got: "Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e."     Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û hedef nîşandayîna civanên kurd ku bi starnên kurdî govend digerînin, ji ber wê jî dibin hedef û tên girtin, li baxçeya avahiya xwe daxuyanî da. Hevşeredarên Cizîrê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şirnex û Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin baneya şeredariya Silopiya de xebatan dimeşîne, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Zimanê me rûmeta me ye" dinivisî û dovîzên ku li ser "Zimanekî azad jiyaneke azad" "Ziman jiyan e" dinivisî hilgirtin.       Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ziman û çanda kurdî tê hedef girtin û ev tişt anîn ziman: "Daweta ku gelê kurd bi sedsalan e wek kevneşopî li dar dixin, îro tê hedefgirtin. Parlamenterê me yê Mêrsînê Alî Bozan di dema daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de li ser vê mijarê axivî rastî êrîşan hat. Ez ji vir bang li desthilata AKP û MHP'ê dikim, dev ji van polîtîkayên qirêj berdin. Ev sed sal in dixwazin ziman û çanda gelê kurd ji holê rakin, lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayan çokan netewandiye û niha şin va jî wê netewîne. Em li vir banga gelê kurd jî dikin ku li dijî van polîtikayên qirêj heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin û li ber xwe bidin."      'SÛCE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'       Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleyê Cahit Akil ve hat xwendin. Akil bi lêv kir ku bi salanê li dijî zimanê kurdî êriş hene û ev tişt gotin: "Bila tu kes êrîşkirina li ser zimanê kurdî ji xwe re rewa nebîne. Lewre her gel xwediyê mafê perwerdehî û xizmeta bi zimanê xwe bibîne ye. Ên dixwazin pêşî li vê bigirin sûcê mirovahiyê dikin. Polîtîkayên tunehesibandin û helandinê li hemberî gelê me bênavber tên bipêşxistin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de, li metropolan kurdên ku bi zimanê xwe distirên an jî diaxivin dibin hedefa êrîşên faşîstan. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Bingeha van êrîşan polîtîkayên deshilata AKP û MHP'ê û zimanê siyasetmedaran e. Ji ber vê roj nîne li hemberî zimanê me sûcek neyê kirin. Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd ên ku li ber stranên kurdî govend digerandin binçavkirin û di bin çavan de li wan merşa nîjadpersatan "bimrim tirkeyem" guhdarî kirin, şêwyekî îşkenceyê û sûcê mirovahiyê ye. Desthilata AKP û MHPê bi polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê dike û dahatûya gelên Tirkiyê dixe xetereyê."     'BERPIRS DESTHILATA AKP Û MHP'Ê YE'       Di berdewama axaftina xwe de Akil destnîşan kir ku berpirsê van hedef nîşandayinan desthilata AKP û MHP'ê yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî dawî li Wanê li hemberî xizmeteke civakî  ya ji bo peyayan ku li ser rê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn "pêşî peya"  rastî êrîşeke jêbirinê hat û li şûna wê dirûşmeyek nîjatperst a "Tirkiye Tirk e dê tirk bimîne" hate nivîsîn". Ev bi awayeke vekirî provakasyon e, zilm e, neheqî û heqaret e. Ev ne tenê neyartiya li hemberî gelê kurd e, di heman demê de neyartiya li hemberî gelan e. Gelê kurd gelekî demokrat, xwedî exlaq û xwedî keramet e. Li hemberî tu netewan û tu zimanan derneketiye. Dê tu carî zilm û neheqiyê qebûl neke. Divê bê zanîn ku em ê tu carî  serî li ber zilm û neheqiyê netewînin. Hewce ye êdî ev bê tehemulî ji holê rabe. Ev bingeha xwe ji siyaseta înkar û tunehesibandinê digire. Bi vê feraset û hişmendiya tunehesibandinê pisgirêkên Tirkiyê kronîk bûne. Mînakeke din a şênber ji ber ku kiryarên deshilahilata AKP û MHP’ê aniye ziman parlementerê DEM Partiyê birêz Alî Bozan di meclîsê de rastî êrîşê hat. Ev tişteke ne ji rêzê ye. Li hemberî vîna gel bêtehemilî heye. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Dîsa li Navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber ku di dawetekê de govend gerandine û li ser hesabên medya civakî yên faşîstan  hetine parvekirin şeş jinên kurd li Êlîh û Sêrtê hatine binçavkirin. Desthilata AKP û MHP’ê berpirsê van sûcan e. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin."     'BERXWEDAN Û PARASTINA ZIMANÊ XWE BIKIN'      Akil di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî êrişên li ser ziman divê gel her qada jiyanê bike kurdî û wiha got: "Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e. Em li vir dubare dibêjin çare dawî li siyaseta înkar, pişaftin, îzalasyon û tunehesibandinê anîne. Ên ku ji xwe re rêz û hurmetê dixwazin hewce ye pêşî ew dev ji bêrêziya xwe berdin. Em tu caran li hember mafê mirovî yên tu netewek  der neketine û em dê rê nedin kesekî jî ku li hember mafên me yên mirovî derkeve. Em êrîşên kesên ku desdirijiyê li ser çand û zimanê me pêk tînin jî tu carî qebûl nakin. Li hemberî van êrîşan hewce ye gelê me li herderê nerazîbûna xwe bilind bike û li herderê û her demê têkoşîn û berxwedana parastina zimanê xwe bikin û rê nedin zordestiyê."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    AMED   Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DESTAR têkildarî êrişên bi ser ciwanên govendê digerînin daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li parka Roboskî ya li navçeya Peyasê hate dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên bi ser “Ez bi kurdî dijîm” dinivîsand hatin hilgirtin û dirûşmên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin.    Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût diyar kir ku berî her mafekî mafê jiyanê tê, divê ji bo demokrasiyê her kesek li hemberî mafên cuda rêzdar be û wiha got: “Di sedsala 21’emîn de bêhurmetiya li mafê gelên din tê kirin, nîşaneya faşîzmê ye. Faşîzma herî bitaluke faşÎzma ser ziman û çandê ye. Bila tu kes êrişên ser ziman rewa neke.”   ‘EM Ê QET QEBÛL NEKIN’    Yakût bi bîr xist ku gelê kurd tu caran li hemberî êrişên serê xwe netewandiye û wiha pê de çû: “Gelê me divê di her şert û mercan de bi ser jiyana kurdewar israr bike. Em êrişên ser çand û zimanê xwe bi tu awayî qebûl nekin. Em jî divê li her derekê li dijî van êrişan xwedî bertek bin û têbikoşin.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.