ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-26 09:00:44     * Rojnameger Kakshar Oremar, diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê dixwaze herêmê dagir bike û got: “Divê demildest bangawaziya yekitiya netewî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku salên berê kiribû di vê pêvajoya dijwar de pêk were.”   * Li dijî qirkirina xwezayê ya bi salan e li Şirnexê didome wê di 28’ê tîrmehê de daxuyaniyeke bi girseyî bê dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Şirnexê bang li saziyên ekolojik, rêxistinên demokratik û gel kirin ku tev li çalakiyê bibin.    * Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku ji ber îşkenceyên di bin çavan de lê hatine kirin nexweşiya wî ya “helîna mejî” hate tespîtkirin, Eyup Sabrî Tînaş, wiha got: “Bijîjk diyar kir ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin, herî zêde 2 salên din dikare bijî.”   * Parêzera OHD’î Rengîn Ergul diyar kir ku rayedarên dewleta tirk di rûniştinên NY’ê de bersiv neda pirsên têkildarî “cezayên disiplînê” û wiha got: “Dê piştre bi nivîskî bersivê bidin. Em ê bişopînin.”    * Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê razber û derqanûnî ne. Emekçî, bal kişand ser têkoşîna civakî û siyasî ya li dijî tecrîdê û got: “Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.”   * Zanistê siyasetê Ahmet Însel têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistana axivî û diyar kir ku tu fêdeya şer ji welat re nîn e, pirsgirêka sereke ya kurd divê demildest were çareserkirin.    * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiya komeleyê parve bike. (13.00)   * Xizmên girtiyan dê li Wan, Edene û Mêrsînê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * 22’yemîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê dê di roja 2’yemîn de bi çalakiyên cur bi cur bidomin. (13.00-21.30)   * Çalakiyên nobetê yên li dijî xespkirina îradeyê li Stenbol û Akdenîz a Mêrsînê hatine destpêkirin dê bidomin. (19.00-22.00)