Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye 2024-07-24 09:21:03   ÊLIH - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di nava 2 salan de ji bo organîzasyonên ku alîgirên îktîdarê tev li dibûn 52 milyon û 342 hezar û 740 TL pere xerc kiriye. Her wiha balkêş e ku 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye.    Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di navbera salên 2022 û 2023’yê de di bin navê xebatên “çand û hunerê” ji bo konser, pîrozbahî, pêşandana fîlman, mîhrîcan û hwd. de 52 milyon û 342 hezar û 740 TL xerc kiriye. Organîzasyonên ku alîgirên îktîdarê tev li bûn û pereyên hatin xerckirin wiha ne:    * Ji bo Konsera Hande Yener 758 hezar û 740 TL pere hat xerckirin.    * Ji bo fîlmê “İyi ki Varsın Eren” 742 hezar û 500 TL, ji bo fîlmê “Malazgirt 1071” 225 hezar TL, ji bo fîlmê “Bugday Tanesi” jî 57 hezar TL pere dan eywana sînemayê.    * Ji bo bernameyên weşana zindî yên "Avaz Turku Îzlettîrîlmesî Gecesî (15)", "Nagmeler Turk Sanat Muzîgî Gecesî (15)", "Dengbej Konagi (30)", "Gonulden Şarkilar Arabesk Gecesî (15)" û "Rengê Stranan (15)" jî milyonek û 451 hezar û 400 TL hatin xerckirin.    * Ji bo Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Navneteweyî, Fuara Pirtûkan a Êlihê, Bernameya Geziyê ya Wergirtina Xizmetê jî 12 milyon û 315 hezar TL xerc kir.    * Ji bo Akdemiya Sînemayê û Rojên Fîlman a Êlihê 5 milyon û 100 hezar TL, ji bo “Pirtûkçeyên Ezmûnên Ceribandinê û Wergirtina Alavan” jî 3 milyon û 556 hezar TL hatin xerckirin.    * Ji bo pirtûka Azîz Sancar a “Ji Pênûsa Xwe Jiyan û Zanista Wî” (6 hezar/ Weşanên Tubîtakê) û pirtûka zanistê ya zarokan (4 hezar) 279 hezar TL hatin xerckirin.     * Ji bo pîrozbahiyên "Cejna Serkeftinê ya 30’ê Tebaxê” milyonek û 849 hezar TL hat xerckirin.    * Ji bo 6’emîn Fûara Pirtûkan û Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Êlihê ku kesên weke Yalvaç Ural, Îhsan Sureyya Sirma, Nurullah Genç, Beyazit Akman, Hatîce Kubra Tongar, Alî Emre, Nedîm Şener û Hulkî Cevîzoglû û hwd. tev li bûbûn, 9 milyon û 561 hezar û 600 TL hatin xerckirin. Di fûarê de bi bihayê milyonek û 57 hezar lîreyan çeka xelatê hate belavkirin.    * Ji bo Mîhrîcana Gastronomî û Çand û Hunerê ya Êlihê 11 milyon û 928 hezar TL hatin xerckirin. Li vir bi buhayê 3 milyon û 105 hezar TL çeka xwarinê hate belavkirin.    * Di sala 2023’yan de ji pirtûka Azîz Sancar a “Ji Pênûsa Xwe Jiyan û Zanista Wî” 10 hezar pirtûkên din hatin kirîn. Ji bo van pirtûkan 357 hezar û 500 lîre xerc kir.    MA / Fethi Balaman