Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e 2024-07-24 09:01:24   ŞIRNEX - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku armanca dewleta tirk a bi êrişên li dijî Herêma Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Tirkiye dixwazê destkêftiyên başurê Kurdistanê ku kurdan bi berdelên mezin bi destxistine ji holê rake. PDK jî bi hevkariya xwe dibe şîrikê vê armanca Tirkiyeyê.”   Êrîşên ku dewleta tirk di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên girêdayî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, di tîrmeha 2024’an de li qadeke berfireh belav bû. Ji meha tirmehê ve dewleta tirk sewqiyatên leşkerî yên ku çekên giran jî di nav de şandin bejahiya navçeya Amêdiyê ya Dihokê û li herêmê noxteyên lêgerîna kontrolê danîn. Di encama bombebaranên dewleta tirk de heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran malbat jî neçar bûne ku koçber bibin. Li Kurdistanê û derveyî welêt bertekên gel ên li dijî hevkariya PDK’ê û êrişên dewleta tirk berdewam dikin.    Rojnameger Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê diqewimin ji nêz ve dişopînê rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    'GEL BI DESTÛRÊ DIKEVE GUNDÊN XWE'    Koyluoglû yê bi lêv kir ku dewleta tirk bi êrîşan dixwaze herêmê dagir bike, anî ziman ku Tirkiye li qadeke berfireh bi cih bûye û wiha got: “Tirkiye hem li herêmê rêyan çêdike, hem jî gundên herêmê vala dike. Heta niha 246 gund hatine valakirin. 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne. Ne tenê gund, navçeyên wekî Amêdiyê, Şêladizê, Bamernî û Dinartî jî di bin metirsiya valakirinê de ne. Niha Tirkiye li van herêman bi cih bûye. Heta niha dema ku derbasî herêmê bûn navendên demkurt ava dikirin, lê di van êrişên dawî de em dibînin ku hatina wan a li vir ne ji bo demeke kurt e. Qerekol ava kirine û niha li ser rêyan noxteyên kontrolê ava dikin û nasnameyan kontrol dikin. Dema welatiyek bixwaze biçe gundê xwe, divê destûrê ji rayedarên Tirkiyeyê bixwazê ku bikare derbasî gundê xwe bibe.”   PIŞTGIRIYA PDK'Ê YA BI TIRKIYEYÊ RE    Koyluoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha domand: “Bi sedan malbat neçar man ku koçber bibin. Tirkiye bêyî piştgiriya PDK’ê nikare li van herêman bi cih bibe. Hem bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî vê rewşê heye, hem jî PDK ji aliyê lojîstîk, veguhestin, niştecihkirin, çêkirina rêyan piştgiriya lojîstîk dide Tirkiyeyê û heta bi danîna hêzên xwe yên çekdar li herêma ku baregehên Tirkiyeyê lê hene hevkariyê dike. An ku PDK dewleta tirk li dijî gerîla diparêze. Gerîlayên PKK’ê li herêmê şerekî pir giran dimeşînin. Taktîk û amûrên teknîkî yên nû bikar tînin. Gerîla bi taktîkên nû çalakiyên xwe zêde kirine. Em dikarin bibêjin ku gerîla li pêşiya dewleta tirk astengiyeke cidî derdixe. Tirkiye niha li herêma li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ye, ku rûbera wê 20 kîlometre kûr û 300 kîlometre dirêj e bi cih bû ye. Ev yek nîşanî me dide ku Tirkiye ji bo demeke dirêj hatiyê herêmê.”   'BERTEKÊN HEYÎ DIVÊ BÊN BIRÊXISTINKIRIN'   Koyluoglû destnîşan kir ku heta niha li dijî êrîşan ji aliyê partiyên Kurdistanê û rêveberiya Iraqê ve tu bertekên cidî derneketine û bi lêv kir ku ev jî bi xwe re xeteriyê tîne û wiha pê dê çû “Heta niha partiyên Başûr bertekeke cidî nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nedane. Partiyên weke Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran bertek nîşan dan. Partiyên ku weke partiyên Îslamî tên pênasekirin heta niha tu bertek nîşan nedane. Ji xwe PDK hebûna Tirkiyeyê ya li Başûr weke dagirkerî pênase nake. Li gor PDK'ê, Tirkiye ne dewleteke dagirker e. PKK ji bo Tirkiyeyê metirsiyeke û Tirkiyeyê jî li dijî vê yekê operasyonan pêk tîne. Çend partiyên ku nû derketine jî xwe weke bêalî nîşan didin. Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê tu bertek nîşan nedan, lê hevkarî jî nekirin. Lê berovajî vê yekê gelê herêmê li dijî van êrîşan bertekên cidî nîşan didin. Ne tenê li Başûr, li Iraqê jî ji aliyê gel ve bertekeke cidî heye lê ew bertek nayên birêxistinkirin ku pêşiya van êrişan bê girtin.”   'ARMANC JI HOLÊ RAKIRINA STATÛYA BAŞÛR E'   Koyluoglû, anî ziman ku armanca dewleta tirk bidestxistina destkeftiyên Herêma Kurdistanê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro metirsiya herî mezin a li ser destkeftiyên kurdan Tirkiyeyê. Tirkiye hebûna kurdan tunedihesibîne û destkeftiyên kurdan red dike. Hinek kes dibêjin ma hêza PDK’ê heye ku li dijî Tirkiyeyê şer bike. Hinek jî dibêjin çi pêwistiya Tirkiyeyê ji PDK’ê heye. Lê ew gotin propangandayên vala ne. Tu kes nabêje bila PDK li dijî dewleta tirk şer bike. Ji xwe tu bendawarî û heviyeke kesekî ya bi vî awayî jî nîne. Lê tu hez beyî piştgiriya hêzeke herêmî nikare biçe herêmekê bi cih bibe. Ji ber vê yekê ev gotin rastiyê nîşan nadin. Dibe ku armanca Tirkiyê ya sereke hebûna PKK’ê be. Lê armanca Tirkiyê ne tenê PKK ye. Ji sala 1981’an û vir ve Tirkiye êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Van êrîşan heta sala 2000’î berdewam kirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, 'Em ê li bakurê Sûriyeyê heman xeletiya li Bakurê Iraqê nekin.' Ango destkeftiyên li başûrê Kurdistanê weke xeletiyên xwe yên siyasî dibînin. Niha jî dixwazin ku van xeletiyan sererast bikin. Yanî çawa ku li Rojava êrîşî destkeftiyên kurdan dike, di heman demê de dixwaze statuya başurê Kurdistanê jî ji holê rake. PDK jî alikariya vê yekê dike. Ya ku PDK dike ji bo kurdan pênaseya wê xiyanet e. Heke PDK nikare li dijî Tirkiyeyê şer bike jî qet nebe bila alîkariyê neke. Ev êriş jî nakokiyên di navbera hêzên kurd de kûrtir dike.”   'PDK'Ê BI MHP YA LI BAŞÛR RE LI HEV KIR'    Koyluoglû, bal kişand ser lihevkirina PDK’ê û partiya Tirkmenan a ji bo hilbijartinên Meclis û Walitiya Kerkukê û ev nirxandin kir: “Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hilbijartin asteng dikir. Tirkiye 2 sal in ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê pêk neyên astengiyan derdixe. Ji ber ku Tirkiye dixwest li Başûr encamekê bigire. Lê belê berxwedana gerîlayan jî armancên Tirkiyeyê bê encam hiştin. Yanî astengiya herî mezin a li pêşiya hilbijartinên başûrê Kurdistanê dewleta tirk bi xwe ye. Helbet vê yekê bi destê PDK'ê dike. Ji ber ku heke hilbijartin çêbibe, îxtimaleke mezin rêveberiya Başûrê Kurdistanê dê biguhere. PDK jî ji bo berjewendiya xwe naxwaze hilbijartin bên kirin. PDK bi hişmendiya, 'heke ku  ez ê li ser kursî nebim bila kurdekî din jî nebe'  bi Eniya Tirkmenan a faşîst re ku li dijî kurdan e li hev kir. Eniya Tirkmenan a li vir jî ne ji  MHP’a Tirkiyeyê cudatire.  Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku PDK bi MHP ya Başûr re li dijî kurdan li hev kir. Li Kerkûkê partiya yekem YNK ye. YNKê ji 16 kursiyên meclîsa Kerkûkê 6 kursî bi dest xist û bû xwediyê piraniya kursiyan. Lê PDK'ê ji bo ku YNK Walitiya Kerkukê bi dest nexe bi Eniya Tirkmenan re tifaq kir. Tirkmenan jî ev tifaq ragihandin. Helbet bandora Tirkiyeyê di vê tifaqê de heye. Ji ber ku PDK bi Tirkiyê re di nava tifaqê de ye û ji ber wê jî bi Eniya Tirkmenan re li hev kiriye.”   MA / Mahmût Altintaş