Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê 2024-07-24 08:56:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku dewleta tirk zêdetirî 300 endamên komên paramîlîter ji Sûriyeyê biriye Herêma Federe ya Kurdistanê.    Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raporek parve kir û got ku dewleta tirk bi bedela pereyan zêdetirî 300 endamên komên paramîlîter ji Sûriyeyê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku ev kom li kampên leşkerî yê li Sûriyeyê hatin perwerdekirin û biçekkirin û şandine Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat destnîşankirin ku kesên behsa xeberê li baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li herêma Berwarî Bala ya Dihokê hatine bicihkirin.