Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir 2024-07-23 17:15:56   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê du wesayîtan li hev da û qeza çêbû. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li herêma Îstasyona Mûayeneyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê tankera ku barê wê sotemenî bû û kamyona hafriyatê ku hewl da derbasî wî aliyê rê bibe li hev dan. Di encama qezayê de agir bi wesayîtan ket. Di qezayê de ajokar Reşat Yavûz jiyana xwe ji dest da. Tîmên agirkujiyê şewat vemirandin. Cenazeyê Yavûz, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.