Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye 2024-07-23 15:56:03   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî gotina Bahçelî ya “Em 154 kesan jinêzve dişopînin û dê hesabê jê bipirsin” da û wiha got: “Em bi komeke ku fikreke aydê wan tune û tekane fikra wan parastina AKP’ê re rû bi rû ne.”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de axivî. Ozel, ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ku dayika wî wefat kir, sersaxî xwest.    Ozel, bertek nîşanî pêşniyarqanûna têkildarî qetilkirina heywanên kolanan da û weke “cînayet” nirxand. Ozel, piştre jî bersiva gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot; “Em 154 kesan jinêzve dişopînin û dê hesabê ji wan bipirsin” da. Ozel, wiha got: “Di berdewamiya axaftina xwe de qala kûçikan dike bê ka çiqas jê hez dike. Qala hezkirina MHP’iyan a ji bo heywanan dike. Lê dema lê dinêrim; dibînim ku li komîsyonê AKP çi bibêje MHP erê dike û deng dide. AKP qala otenaziyê dike, MHP jî wê diparêze. AKP dibêje min paşve kişand, MHP îcar wê diparêze. Em bi komeke ku xwedî tu fikran nîne û tenê fikra wê parastina AKP’ê re rû bi rû ne. Dev ji biryarên şexsî berdin, ji bo biryarên partiyê jî ji parlamenteran re dibêjin ku li çavê AKP’iyan binêrin ew çawa bixwazin wisa bikin. Em bi feraseteke wiha re rû bi rû ne.    Du kes di nava MHP’ê de hene ku tevahiya rêxistinê jê bêzar bûne. Ew her du dinivîsin û êriş dikin. Ji bilî wan her du kesan tu kesan wan naparêze. Ez dizanim ku hûn ji ber pozîsyona wan gelek zehmetiyan dikşînin. Ez biçim ku bi kê re biaxivim dizanin pirsgirêk çi ye. Û niha jî wan her du kesan lîsteyeke ji 154 kesan pêk tê amade kirin û dadgehê paşve şandiye. Qaşo dê niha hesabê ji me bipirse. Birêz Bahçelî heke hesabpirsînek hebe çawa dixwazin bila wisa bi me 154 kesan re hesabê bpirsin lê hûn jî hesabê ji wijdana xwe bipirsin. Kesekê bi erêkirina we bûye Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyê li naverasta Enqereyê hate kuştin lê wan her du kesan yek tweet jî neavêtine.”