Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman 2024-07-23 10:40:09   AMED - Zarokên parlamenterên AKP’ê jî di nav de li Amedê herî kêm 25 kes di serdema qeyûman de weke weke midûrên “Nivîsgeha taybet” girtin kar û piştre bûn memûr. AKP’iyên ku bûne kadro, tavilê li bajarên weke Trabzon, Konya û Antalyayê hatin tayînkirin.    Derket holê ku qeyûmên di navbera salên 2017 û 2023’yê de li Amed û navçeyên wê hatin tayînkirin, zarokên parlamenterên AKP’ê jî di nav de gelek kes weke midûrên “Nivîsgeha taybet” girtine kar û li ser vê peywirê bûne kadro. Li gorî xala 59’emîn a qanûna hejmar 657’ê; kadroyên Midûriyeta Nivîsgeha Taybet weke kadroyên “memûriyeta îstîsnaî” tên hesibandin. Bi vê yekê re kesên weke Midûrên Nivîsgeha Taybet ên tayînkirin, bêyî ezmûnê dikarin bibin memûr. Bi vê sepanê re ku Dîwana Çavdêriya Darayî derheqê wê de rapora “dibe sedem ku cemawerî zirar bike” amade kiribû, qeyûman gelek AKP’î bi vê sepanê kirin memûr.    BÛN KADRO Û ŞANDIN BAJARÊN CUDA    Rifat Hayrûllahoglû: Li Şaredariya Bismilê weke Midûrê Nivîsgeha Taybet girtin kar. Piştre jî bû memûr.    Berfû Nîdem Firat: Weke Midûra Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bismilê girtin kar. Keça parlamenterê AKP’ê yê Semsûrê yê berê Salih Firat e. 3 meh piştî vê peywirê weke memûr li midûriyeta Çandiniyê ya Bajar a Enqereyê hate tayînkirin.    Harun Gulaçar: Li Şaredariya Bismilê weke Midûrê Nivîsgeha Taybet girtin kar. Şêwirmendê parlamenterê AKP’ê yê Wanê yê berê Osman Nûrî Gulaçar e.    Yurdagul Ezgî Karaaslan: Di 8’ê çileya 2019’an de weke midûr li Şaredariya Sûrê girtin kar. Karaaslan, 21 roj piştre weke memûr li Midûriyeta Nifûsê ya Konyaalti ya Antalyayê hate tayînkirin.    Serkan Tellî: Serokê Karên Siyasî î Hiqûqî yê Baskê Ciwanan ê AKP’a Peyasê bû. Tellî, di 5’ê adara 2019’an de li Sûrê girtin kar. 2 roj piştre weke memûr li Şaredariya Sûrê bû kadro.    Ozgur Kuruhasanoglû: Di 17’ê îlona 2019’an de li Şaredariya Sûrê girtin kar. Di 9’ê mijdara heman salê de li Şaredariya Bayrampaşayê ya AKP’ê de weke memûr hate tayînkirin.    Emîne Çelîk: Di 2’yê tebaxa 2021’ê de li Sûrê girtin kar. Di 6’ê çileya 2022’yan de li Qeymeqamtiya Gerede ya Boluyê hate tayînkirin.    Mûstafa Burak Polat: Biraziyê endama MYK’a AKP’ê Vîldan Polat e. Di 4’ê tîrmeha 2022’yê de li Sûrê girtin kar. Di 16’ê tebaxa heman salê de weke memûr şandin Şaredariya Karakopru ya Rihayê ku di destê AKP’ê de ye.    Mehmet Kandaz: Şêwirmendiya parlamenterê AKP’ê Salih Cora bû. Di 3’yê sibata 2023’yê de girtin Şaredariya Sûrê û 3 meh piştre tayînî Midûriyeta Giştî ya Îllerê hate kirin.    JI TRABZONÊ ŞANDIN FARQÎNÊ    Furkan Lemahmutoglû: Furkan Lemahmûtoglû Serokê Yekitiya Xwendekarên Tirk a Trabzonê bû û di 22’yê kanûna 2022’yan de li Şaredariya Farqînê girtin kar. 4 meh piştre di 14’ê nîsana 2023’yê de weke berpirsyarê Kontrolkirina Amedekirina Daneyan a Midûriyeta Giştî ya Wezareta Karên Hundir hate tayînkirin.    Betul Taş: Di 9’ê hezîrana 2023’yê de girtin Şardariya Farqînê. Ji bo hilbijartinan 5 roj mabûn ku bû memûr. Hat zanîn ku ji 6’ê mijdarê heta niha Taş di “destûra bêpere” de ye.    JI AMEDÊ TAYÎNÎ ÇORUMÊ KIRIN   Muhammed Saîd Kaya: Di 30’ê kanûna 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girtin kar. Di 15’ên gulana heman salê de tayînî Walîtiya Çorumê kirin.    Amîne Bariş: Di 15’ê nîsana 2021’ê de girtin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di 2’yê mijdara 2021’ê de li Walîtiya Amedê weke memûr dest bi kar kir.    Tuncay Turetken: Ji Kocaeliyê anîn Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di 24’ê mijdara 2021’ê de bû midûrê nivîsgeha taybet. Turetken, di 6’ê hezîrana 2022’yan de weke memûr tayînî Şaredariya Gebzeyê bû.    Cîhan Zengîn: Di 26’ê nîsana 2023’yan de li şaredariya bajarê mezin girtin kar. 2 roj piştre weke berpirsyarê Kontrolkirina Amedekirina Daneyan a Midûriyeta Giştî ya Wezareta Karên Hundir hate tayînkirin.    BÛRAYÊ QEYÛM KIRIN MEMÛR   Fatîh Salihoglû: Bûrayê qeyûmê Sînan Başak e ku di 217’an de tayînî Şaredariya Liceyê hatibû kirin. Salihoglû ji navçeya Ofê ya Trabzonê ye û di 12’ê sibata 2017’an de girtin kar. Qeyûm Cûmalî Atîlla di 23’yê tîrmeha 2018’an de Salihoglû li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girt kar. 7 roj piştre jî dîsa vegeriya Şaredariya Liceyê.    Emîne Altuntaş: Cîgira Seroka Baskê Jinan a AKP’a Trabzonê ye. Di destpêka sala 2017’an de li Midûriyeta Giştî ya îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) weke midûra nivîsgeha taybet girtin kar. 2 meh piştre bû Cîgira Midûrê Malbat û Xizmetên Civakî yê Trabzonê.    KURÊ PARLAMENTERÊ AKP’Î BÛ KADRO    Rûken Canbey: Yek ji wan kesan e ku li pêşiya avahiya HDP’a Bajarê Nû rûdine. Li Şaredariya Bajarê Nû girtin kar û piştre jî tayînî Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê.    Yekta Bariş Turan: Kurê parlamenterê AKP’ê yê Îdirê yê berê Ferdî Turan e. Li Şaredariya Bajarê Nû girtin kar.   Mehmet Veysel Ser: Li serokatiya Komeleya Ilm Îrfan Ciwan û Alîkariyê ya Dîcleyê (DÎGED) kir. Di 30’ê kanûna 2020’ê de li Şaredariya Peyasê girtin kar. Di 20’ê sibata 2021’ê de jî weke memûr derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû.    Cîhat Kayhan: Di 22’yê cotmeha 2019’an de li Peyasê girtin kar. Piştre jî bû cîgirê serok.    Mehmet Arîf Mollayakupoglû: Di 27’ê tîrmeha 2021’ê de li Peyasê girtin kar. 27 roj piştre derbasî Şaredariya Umraniye ya Stenbolê kirin.    Mert Cesur: Di 2’yê hezîrana 2023’yan de li Peyasê girtin kar. 19 roj piştre şandin Şaredariya Yalovayê.    Sevgî Sevîm: Li Bajarê Nû girtin kar.    Fadîme Demîrcî: Li Bajarê Nû girtin kar. Di 9’ê sibata 2023’yan de li saziyeke din hate tayînkirin.    MA / Mujdat Can