DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da 2024-07-23 13:37:54   ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate girtin. DEM Partiyê bertek nîşan da û got ku îktîdar bi rêya darazê hewl dide rê li ber rexneyên têkildarî polîtîkayên şer bigire.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate girtin. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê têkildarî girtina Ozperçîn daxuyaniyeke nivîsî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ozperçîn polîtîkayên şer ên îktîdarê rexne kiriye lewma bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “daxuyaniyên li dijî dewletê” hatiye girtin û şandine Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Curnê Reş.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdar pirsgirêka kurd çareser nake û di polîtîkayên şer de israr dike û ev jî rê li ber krîza aborî, xizanî û hejariyê vedike. Bi domdarî hat diyarkirin ku rexnekirina polîtîkayên îktîdarê mafê her welatiyekî ye û nabe ku bên cezakirin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku îktîdar hewl dide bi rêya darazê hemû rexne û nerazîbûnên li dijî êrişên ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd tên kirin tên nîşandan ji holê rake. Hat gotin ku ev hewldanên îktîdarê dê vala derkevin.    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Komîsyona me çû serdana Ozperçîn û silav^ne wî ji bo her kesên piştevanî kirine hene. Divê Ozperçîn ê bi awayeke neheq hatiye girtin were berdan. Em vê derqanûntiyê şermezar dikin û dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”