Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin 2024-07-23 12:53:06 RIHA - Derbarê 48 AKP’iyên li navçeya Curnê Reş, di hilbijartinên 31’ê Adarê de pusulayên dengan şewitandine, bi daxwaza cezayê hefsê ya heya 11 salan, îdianame hate amedekirin.    Lêpirsîna derbarê AKP’iyên ku li Navenda Ciwanan a Curnê Reş di hilbijartinên 31’ê Adarê de sindoqên dengan şewitandine hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş derbarê biraziyên namzetê AKP’î Aslan Alî Bayik, Endamê Meclisa Curnê Reş Sabrî Îzol û tevî xebatkarên şaredariyê 48 kesan de îdianame amade kir. Îdianmeya bi sucdariyên “Zirardayîna malê cemaweriyê”, “Guherandina encamên hilbijartinê”, “Guherandin û serûrastkirina girtekên hilbijartinê yên sixte”, “Derveyî usil guherandina sindoqên dengan, vekirin, dizîn, texrîbkirin û dizîna dengan” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de 2 peywirdarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 3 polîs jî wek gilîkar cih girtin.    ‘HEKE NEDÎ EM Ê BIBIN BELA SERÊ TE’   Di îdianmeyê de hat destnîşankirin ku komekî AKP’iyên nêzî 50 kesan ji pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP’ê hatine li pêşiya Navenda Ciwanan a deng lê tên jimartin, polîsên bi navê Y.T., Z.C û M.A  dema xwestine komê asteng bikin, hatine derbkirin û ev dîmen ji hêla kamerayan ve hatine qeydkirin. Di îdianmayê de hat gotin ku peywirdarên DEM Partiyê Bedîr Haktanir û Mehmet Tuysuz jî ji hêla heman komê ve hatine derbkirin, heman kom piştre pusulayên dengan şewitandine. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di Navenda Ciwanan a deng lê dihatin jimartin de 288 hezar û 831 hezar zirara madî çêbûye û girtekên lêkolîna cihê bûyerê yên têkildarî mijarê jî di îdianameyê de cih girtin. Di îdianmeyê de hat destnîşankirin ku AKP’iyan ji karmendên çewalên dengan nedane wan re wiha gotine: “Heke tu nedî em ê bibin bela serê te”, “Hilbijartin milbijartin nîn e, hilbijartinekî wiha nîn e, hilbijartin qediya”.    ‘DÎMENÊN AJANSA ME PARVE KIRIBÛN JÎ DI ÎDIANMEYÊ DE NE’   Dîmenên ajansa me ya têkildarî şewitandina dengan parve kiribû jî  di îdianameyê de cih girtin. Îdianame îşaret li dîmenên şewitandina konteynera çopê ku biraziyê Namzetê AKP’î Aslan Alî Bayik, Mustafa Îbrahîm Bayik jî tê de cih digirt kir û hat gotin ku Bayik şewata agirê konteynerê gur kiriye. Di lêkolîna li derdorê konteynera çopê hatiye kirin de hat diyarkirin ku pusulaya dengan û zerfên dengan hatine şewitandin.    ‘GOTINÊN XWE XELASKIRINA JI SÛC’   Di îdianameyê de hat gotin ku di dîmenan de sucdar Mehmet Bakir, Mehmet, Bekîr Samî Bayik; Metîn, Alî, Yaşar Dogrûyol; Cîhan, Cengîz, Levent Îzol; Alî, Serdar Bebe; Ahmet Baylan, Denîz Agiz, Hasan Basrî Yagir, Kemal Kûrşat Bûcak, Ahmet Mesût Bayûk, Mustafa Adak, Mustafa, Necatî Yuksekyayla, Ozkan Çetînkaya, Serhat Gumuşlu wek komî ketine li Navenda Ciwanan. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku sucdaran di îfadeyên xwe yên di pêvajoya lêpirsînê de qebûl kirine ku ketine li Navenda Ciwanan lê belê anîne ziman ku ew pusulayên dengan negirtine, neşewitandine û kesekî derb nekirine. Di îdianameyê de hat gotin ku gotinên sucdaran bi armanca xwe xelaskirina ji sûc hatine gotin, sûcên sucdaran bi delîlên hatine piştrastkirin.    Di îdianameyê de destnîşankirin ku sûcên sucdaran hatine piştrastkirin û derbarê wan de ji 5 salan heya 11 salan cezayên hefsê hat xwestin.    Îdianame ji hêla Dadgeha Cezayê Asliyeya Curnê Reş hatiye qebûlkirin lê belê roja danişînê hêj nehatiye diyarkirin.    DER BARÊ BÛYERÊ DE   Di şeva 31’ê Adarê de sindoqên bi hejmar 1119 û 1120’an ên pusulayên dengan tê de bûn, ji hêla komek ji 48 kesan pêk dihat ku biraziyê namzetê AKP’î Alî Aslan Bayik, Mûstafa Bayik jî di nav de bû, hatin şewitandin. Dîmênên têkildarî bûyerê derketibûn holê. DEM Partî bi ferqa 521 dengan bi ser ket lê belê AKP’iyan îtîraz li encaman kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dîmenên şewitandina pûsûlayan hincet nîşan da û biryara nûkirina hilbijartinan da. Îtîraza DEM Partiyê kiribû jî hatibû redkirin. DEM Partî bi ser vê yekê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. YSK’ê îtiraz red kir û di 2’yê hezîranê de biryara nûkirina hilbijartinê da. 13 kesên têkildarî şewitandina dengan hatin binçavkirin. 7 kesên di 6’ê nîsanê de derketine pêşberî dadgehê hatin girtin, 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 7 kesên hatine girtin, bi ser îtîraza di 9’ê hezîranê hatiye kirin de hatin berdan. Di hilbijartina 2’yê hezîranê de hatiye nûkirin de hevserokên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîlê 10 hezar û 720 deng girtin. Namzetê AKP’î jî 7 hezar û 476 deng girtin.    MA / Emrûllah Acar