35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin 2024-07-23 09:22:13 NAVENDA NÛÇEYAN - 35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha gotin: “Dagirkirina welatekî li herêmê tê wateya dagirkirina hemû herêmê.”   35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên domdar ên Tirkiyeyê daxuyaniya nivîskî dan. Li gorî daxuyaniya di ANHA’yê de cih girtiye hat gotin ku Tirkiye bi “polîtîkayên dijminane” nêzî gelên li herêmê dibe.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser gelên kurd, ereb, suryan, asur û pêkhateyên din ên Sûriyeyê û Iraqê siyasetên xwe yên dijminane yên li gorî projeya Mîsaq-i Millî û zîhniyeta Osmaniyan didomîne. Herwiha îşaret pê hat kirin ku Tirkiye li ser komkujî û qetlîmanên li dijî gelan û civakan ava bûye û heta roja îro li gorî heman zîhniyeta şovenîstî, qetilkirin, tirsandin û çewisandinê tev digere. Di daxuyaniyê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, siyasetên koçberkirin û guhertina demografiyê û gefên dagirkirin û îlhaqkirina deverên din jî hat kirin.   Têkildarî Başûrê Kurdistanê jî hate gotin: "Di dema dawîn de dewleta Tirk êrişeke mezin pêk anî. Bi sedan tank û bi hezaran leşker û çeteyên xwe ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî beşdarî şerê xwe yê qirêjî yê li Herêma Kurdistana Iraqê kir. Ev yek bi hevkariya hin aliyên kurdî, bi hemahengiya Bexdayê û bêdengiya hikumeta Iraqê tê kirin. Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomîne, gund, bajar, darxistan û baxçeyan dike armanc da ku herêmê vala bike û bişewitîne. Gefan li niştecihan dixwe û wan ditirse da ku malên xwe biterikînin û di encamê de herêmê vegerîne herêmeke leşkerî. Em tev dizanin ku ev hincet derew in. Em tev diznain şervanên gerîla li Sûriye û Iraqê roleke sereke di erê li dijî DAIŞ’ê de lîst û êzidî ji fermanan rizgar kirin. Ji wê demê heta niha Tirkiye destekê dide DAIŞ û El Qaîdeyê.   Weke nûnerên partî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, gel û tevahî civakê em êrişên sîstematîk şermezar dikin. Em bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê dikin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dermirovî û xerabkirina xwezayê berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî, qanûnî û serdestî bi cih bînin. Li ber binpêkirinên domdar ên Tirkiyeyê bigirin. Divê civata navneteweyî û saziyên wê têkildar tevahî tedîbrên pêwîst bigirin, dawî li êrişên hovane yên dagirkirinê bigirin, serdestî û pêkhateyên Iraqê biparêzin.   Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re radighînin. Em bang li Komara Ereban û tevahî dewletên Ereban dikin, her wiha bang li tevahî hêzên nîştimanî û saziyên qanûnî û dîplomatîk dikin ku bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, li ber dagirkeriya Tirk a li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê û destwerdanên wê yên li dewletên Ereban berpirsyarên xwe bigirin.  Dagirkirina welatekî mîna Iraq an welatekî din li herêmê tê wateya dagirkirina tevahî herêmê. Di heman demê de ewlehiya her welatekî tê wateya ewlehiya tevahî gelên herêmê."   Daxuyanî ji aliyê van partiyan ve hatiye dayîn:   1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 3-Partiya Kesk a Demokrat 4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê 5-Partiya Lîberal a Kurdistanê 6-Partiya Komunîst a Kurdistanê 7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî 8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê 9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê 10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê 11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê 12-Tevgera Nûjen a Kurdistanê 13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK) 14-Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî) 15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye 16-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê 17-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya 18-Partiya Asûrî ya Demokratîk 19-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriye 20-Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK) 21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 22-Kongra Star 23-Partiya Muhafezekaran 24-Partiya Têkoşîna Demokrat 25-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê 26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê 27-Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk 28-Partiya Yekitiya Suryanî 29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî 30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) 31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) 32-Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye 33-Partiya Suryaya 34-Partiya El Weten El Sûrî 35-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê