Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir 2024-07-22 22:39:39   ŞIRNEX -  Şaredariya Cizîrê bi dirûşma “Ji bo civakek xwezaperest em li qada kesk in” 2’yemîn Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî da destpêkirin.   Şaredariya Cizîrê bi dirûşma “Ji bo civakek xwezaparest em li qada kesk in” 2’yemîn Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî da destpêkirin. Di pêşbirka ewil a tûrnûvayê ya ku li sehaya Ekinler a navçeya Cizîrê hat lîstin de, 73 Cizîr Spor û Hayalîm Gelînlîk Spor hatin pêşberî hev. Hevşeradarên Cizîrê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes jî wek temaşevan beşdarî tûrnûvayê bûn. Di sehaya ku maç hat lîstin de pankarta Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Cizîrê ku li ser, “Ji tiryakê re na ji civakîbûnê re erê” dinivisî hat daliqandin.    Beriya ku maç dest pê bike Hevşeredarên Cizîrê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistinên DEM Partiyê yên Cizîr û Şirnexê daketin sehayê û ji her dû tîman re serkêftin xwestin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ku li vir axivî bi lêv kir ku armanca tûrnûvayê ew e ku gel li dijî pirsgirêkên li Kurdistanê diqewimin hişyar bibe û ji her dû tîman re serkeftin xwest.    Di maça ku hevşaredaran da destpêkirin de 73 Cizîr Sporê, Hayalîm Gelînlîk Spor 4 û 0 têk bir.