Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin 2024-07-22 10:56:43   AMED - Welatiyên bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û hevkariya PDK’ê dane, anîn ziman ku dê destkeftiyên kurdan, bi hev re werin parastin.    Tirkiye bi piştgiriya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên xwe didomine. Welatiyên tev li kongreya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê bûne bertek nîşanî hevkariya PDK’ê dan.    ‘DESTKEFTÎ DI XETEREYÊ DE NE’   Cemal Kaya anî ziman ku malbata Barzanî ya ku PDK’ê bi rê ve dibe, têkiliya xwe bi kurdayetiyê re nîn e û wiha got: “Ma dê ev zilm heya ku derê dom bike? Divê tevahiya gel li dijî êrişan bibe yek. Divê yekitiya neteweyî demildest were avakirin.”    ‘DÊ EV GEL BI SER BIKEVE’   Tahîr Baran da zanîn ku hemû destkeftiyên kurdan di bin gef û êrişan de ne û ev tişt gotin: “Pergal bi her awayî lîstikan dileyîze. Divê her kesê ku ji xwe re dibêje ‘Ez kurd im’ tiştekî bike. Her kurdê ku êrişên Tirkiyeyê dibîne, dikare îxaneta PDK’ê jî bibîne. PDK di çarçoveya berjewendiyên xwe kurdan difiroşe. Divê em li dijî van êrişan rêxistin bibin. Tirkiye biçe ku derê, wê derê dagir dike. Gelo dê ji vê yekê çi bigihije Barzanî? Lê belê dê di dawiyê de ew jî were xapandin, dê ew jî poşman bibe lê dê wê çaxê jî tu fêdeya vê yekê nebe. Dê ev gel teqez bi ser bikeve, em nebin jî dê teqez zarokên me bi ser bikevin.”      ‘MALBATA BARZANÎ SER XETA ÎXANETÊ YE’   Nejla Yilmaz hevkariya PDK’ê wekî “îxanet” pênase kir, diyar kir ku êrişên li herêmê tu carî bêyî agahiya PDK’ê pêk nayên û ev tişt anî ziman: “Tirkiye îro bi kîjan mafî dikeve li Rojava û Efrînê? Niha dibêje ‘Ez ê tekevim heya Kerkuk û Silêmaniyeyê’. Ma Barzanî van nabîne. Divê demildest ji vê xeletiyê vegere. Em dibînin ku meyla wan ser provakasyonên cuda ye. Barzanî ji berê ve teslîmî van lîstikan bûye. Yên ku îro li cem Barzanî ne, li pey dijminatiya kurdan in. Ev proje qirkirina kurd a bi destê kurd e. Ez carekî din bang li Mesût Barzanî dikim; divê demildest paş de gav were avêtin. Divê demildest rêveber û parlamenterên partiya me bi Barzanî re werin ba hev, jê re ‘Were li cem gelê xwe bisekine’ bê gotin û ji vê şaşiyê were vegerandin.”    Orhan Taş jî destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê tenê dê bi yekitiya neteweyî were sekinandin û wiha got: “Heke em li dijî vê yekê tênekoşin û hember dernekevin, dê li her derekê heman tiştan bikin. Divê em li dijî êrişan têkoşînê xurt bikin.”