Li Wanê bi ser malan de hate girtin 2024-07-22 09:37:27   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin.    Duh bi şev polîsan li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser maleke du qet de girtin. Di serdegirtinê de derî hatin şikandn. Welatiyê bi navê Fendî Ugurlu û 2 kesên navên wan nehate zanîn hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn.