Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2024-07-22 09:02:32   ÎZMÎR - Girtî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tê ragirtin, tevî nexweşiya dil pê re heye jî bi fermana wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parêzer Fatma Demîrer, anî ziman ku qasî berdana muwekîlê wê zêde dibe zext jî zêde dibin.    Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ê niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin ji sala 2018’an ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Yildirim dema di sala 2015’an de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Nexweşxaneyê ji Yildirim ê nexweşiya dil pê re heye re rapora ku “Mayîna wî ya bi tena serê xwe neguncav e” da. Di sala 2017’An de jî Nexweşxaneya Dewletê ya Odemîş a Îzmîrê rapora “Cezayê hucreyê ji bo tenduristiya wî xetere ye” da. Yildirim tevî van raporan jî bi hinceta “Ji Wezareta Dadê fermaneke wiha heye” di hucreya  yek kesî de tê ragirtin.    ZIYARETVANÊN WÎ HATIN QEDEXEKIRIN    Parêzer Fatma Demîrer a bi muwekîlê xwe Saît Yildirim re di 16’ê tîrmehê de hevdîtin kir, anî ziman ku di dema hewadariyê û sporê de destûr nayê dayîn ku Yildirim girtiyên din bibîne û wiha got: “Gardiyan bi bêtêlê hevdû re diaxivin û dema li korîdorê kes tune be derdixînin. Her wiha ziyaretvanên wî bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Qebûlkirina navên ji bo hevdîtinê bên guherîn jî bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê’ tên dirêjkirin. Ji muwekîlê min ê mafê wî yê hevdîtinê tê astengkirin re tenê rojnameya Bîrgunê tê dayîn û weke televizyon jî tenê Halk TV heye. Dest danîn ser radyoya li odeya wî jî.”   BI NÊZÎKBÛNA BERDANÊ RE ZEXT ZÊDE DIBIN    Demîrer, da zanîn ku ji berdana muwekîlê wê re salek maye û bi hinceta ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê anîne bi van pêkanînan re rûbirû dimînin. Demîrer, bi lêv kir ku “tecrîdeke taybet” tê pêkanîn û bi nêzîkbûna berdana wî ya bi şertê kontrola edlî re zext jî zêde dibin.    Demîrer, bi lêv kir ku nexweşiyên weke dil, kezeb û tansiyona bilind bi muwekîlê wê re hene. Demîrer, anî ziman ku ji ber vê yekê hewayê germ bandoreke neyî li tenduristiya muwekîlê wê dike û daxwaza wî ya vantîlatorê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ve bi hinceta “Dibe ku di warê dîsiplîn, ferman, rêkûpêkiya giştî û ewlehiyê de bibe sedema pirsgirêkan” daxwaza wî nehate qebûlkirin.   Demîrer, da zanîn ku bi neqûlkirina daxwazê re îtîraz kirine û li dijî zextên li dijî muwekîlê wê serî li Baroya Îzmîrê jî daye ku bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê bikin.    MEHMET SAÎT YILDIRIM KÎ YE?   Yildirim di sala 1993’yan de hate girtin. Li ser daxwaza Abdullah Ocalan di nava 5 girtiyên ku di 15’ê adara 2015’an de şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de cih girt. Yildirim 9 rojan li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re ma. Ji ber nexweşiya xwe ya dil pişt re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Yildirim, ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hate kirin. Yildirim di 6’ê îlona 2018’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê hate kirin. Yildirim ji roja sewqî vê derê kiriye ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Yildirim, li ser 9 rojên bi Ocalan re mabû, pirtûka “Li Îmraliyê 9 roj (İmralı’da 9 gün)” nivîsî bû.