ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-22 09:00:04   * Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz anî ziman ku di stratejiya herêmî ya Enqereyê de Hewlêr jî di nav de cihê kurdan nîne. Pekoz, diyar kir ku Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Iraq û Sûriyeyê derkeve û wiha got: “Divê Enqere dest ji polîtîkayên tasfiyekirina kurdan berde û têkiliyên dîplomatîk deyne.”   * Girtî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tê ragirtin, tevî nexweşiya dil pê re heye jî bi fermana wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parêzer Fatma Demîrer, anî ziman ku qasî berdana muwekîlê wê zêde dibe zext jî zêde dibin.    * Mehmet Demîrhan ê li Amedê di nava kolanê de Hîlal Kar qetil kir, meheke hêj nehatiye girtin. Xwişka Kar û parêzera wê xwest lêpirsîn were berfirehkirin.    * Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî dê têkildarî hewldanên provokatîf ên Midûrê Polîsan ê Îdirê yên li ber şaredariyê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDΠ   * Malbatên girtiyan dê li ber girtîgehên Îzmîr, Edene, Amed û Êlihê di çalakiya “Deng bide azadiyê” de bên bahev. (14.00-17.00)   * Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûm li Îzmîr û Stenbolê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (18.00-22.00)   * DBP, TJA û DEM Partî dê têkildarî êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniyê bide. (19.30)