Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin 2024-07-21 20:19:18   ŞIRNEX - Hate aşkerekirin ku endezyarê ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da Mehmet Îrfan Guler e.     Li qada lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê kuleya sondajê wergeriya. Di encama wergerîna kuleya li qada lêgerîna petrolê ya aydê Şîrketa Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de 3 kes di bin kavil de man. Di mudaxileya ewil de 2 karker hatin xelaskirin. Endezyarê jiyana xwe ji dest da hêj di bin kavil de ye.   MEHMET ÎRFAN GULER JIYANA XWE JI DEST DA    Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da. Di daxuyaniya hate dayîn de hate diyakirin ku di encama hilweşîna zemîna beton a kuleya sondajê de qeza çêbûye. Her wiha hate diyarkirin ku 3 kes di bin hezazê de mane û 2 ji wan bi awayekî birîndarî hatine xelaskirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endezyar Mehmet Îrfan Guler jiyana xwe ji dest daye.    TPAO’YÊ MUFETÎŞ PEYWÎRDAR KIRIN     TPAO, diyar kir ku têkildarî qezayê mufetîş hatine peywîrdarkirin û têkildarî cenazeyê Guler tiştek nehate gotin. Hate zanîn ku li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî cenzayê Guler hatiye tespîtkirin lê hêj di bin hezazê de nehatiye derxistin.