Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan 2024-07-21 20:02:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku wênegirê kurd Mûrat Yazar ê ji 14’ê tîrmehê ve agahî jê nedihate wergirtin li Herêma Kurdistanê hatiye binçavkirin û hatiye berdan.    Hate diyarkirin ku wênegirê kurd Mûrat Yazar ê ji 14’ê tîrmehê ve agahî jê nedihate wergirtin li Herêma Kurdistanê hatiye binçavkirin û hatiye berdan. Hate diyarkirin ku sedemê binçavkirina Yazar ew e ku “ketiye herêma qedexe”.    Rojnamevan Îhsan Kaçar bi parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hewldanên xwe yên ji bo Yazar ê agahî jê nedihate wergirtin bi bîr xist û wiha got: “Di encama hewldanên me û rayagiştî de em hîn bûn ku Wênegir Mûrat Yazar li Herêma Kurdistanê di bin çavan de ye û malbat hate agahdarkirin. Ji bo hestiyariya we spas.” Kaçar di parvekirina xwe ya duyemîn de jî ragihand ku Yazar hatiye berdan.