Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin 2024-07-21 13:32:00 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji 3 karkerên di bin quleya sondayê ya li qada petrolê ya li Çiyayê Gabarê wergeriyayî de mabûn 2 jê hatin xelaskirin û xebatên ji bo rizgarkirina karkerê din didomin.    Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê quleya sondajê ya lêgerîna petrolê ya aydê Şirîkatiya Petrolên Tirkiyeyê wergeriya. Walîtiya Şirnexê têkildarî bûyerê daxuyanî da. Walîtiyê got ku di qezaya Qada Petrolê ya Hejmar 27’ê de 3 karker di bin quleyê de mabûn, ji wan 2 jê hatin xelaskirin û xebatên ji bo rizgarkirina karkerê din didome.