Li Gabarê quleya sondajê wergeriya 2024-07-21 12:39:39   ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Gabarê ku talankirina xwezayê lê didome, li qada lêgerîna petrolê quleya sondajê wergeriya.    Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ku talankirina xwezayê lê didome, quleya sondajê ya lêgerîna petrolê ya aydê Şirîkatiya Petrolên Tirkiyeyê wergeriya. Hat ragihandin ku hinek karker di bin quleyê de mane. Gelek komên tenduristî û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Li qada petrolê ya behsa xeberê talaneke mezin a xwezayê tê kirin. Ji ber petrolê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Li herêma dar lê tên birîn jî gelek kalekol hatine avakirin.