Li Edeneyê erdhej çêbû 2024-07-21 09:23:43   EDENE - Li Edeneyê bi mezinahiya 4.1 û di Behra Spî de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.    Îro di danê sibehê saet di 05.55’ê de li navçeya Aladag a Edeneyê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû. Erdhej, 9.26 km’an di bin erdî de çêbû û li navçeyên derdorê jî hate hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di erdhejê de ziyanên madî û canî çênebûne.    Di danê sibehê saet di 07.01’ê de jî li Behra Spî bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû. Erdhej, 15 km’an di bin erdî de çêbû.