DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye! 2024-07-21 09:20:13   ŞIRNEX - Li gundê Karaxirab ê navçeya Hezexê zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ku bi nexweşiya Serebral Palsiye ketiye, girêdayî makîneyan dikare bijî. Ji ber qutbûna ceyranê amûra wî şewitî ye, ew bênefes maye.    Neheqiya Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Kurdistanê li ser xelkê didome. DEDAŞ bi hinceta “ceyrana qaçax” ku welatî bi kar tînin, fatûreyên bihayê wan zêde li welatiyan dibire. Yek ji mînaka van pêkanînên DEDAŞ'ê li gundê Karaxirab ê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve derket holê. Zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ji ber ku ne li wext çêdibe, felca mêjî (Serebral Palsiye) li sere wî xistiye û astendar maye. Azadê biçûk ê ku ji roja ji dayîk bûye heta niha bi vê nexweşiyê re têdikoşe, ji ber her carê qutbûna ceyranê ya bi xeteriyeke mezin re rû bi rû dimîne û ew bênefes tê hiştin. Li gundê ku rojê 6 caran ceyran tê qutkirin, tevî hemû nerazîbûn û daxwaza malbatê jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.    Amûra ku Azad ji bo nefesê hilde bikar tîne jî ji ber qutbûna ceyranê şewitî ye. Malbata wî ya ku rewşa wê ya aborî nebaş e ji bo standina amûrê serî li SSK'ê da. Lê belê SSK'yê bi gotina, “Ev amûr bi me re tune ye” daxwaza malbatê pêk ne anî. DEDAŞ'a ku her roj ceyrana gund qut dike û bûye sedema şewitîna amûrê Azadê biçûk vê carê jî bi îdiaya ku malbata cihê saeta ceyranê guherandiye , 37 hezar lîre ceza li wan hatiye birîn.    Bavê Azadê nexweş, Nurullah Ay diyar kir ku DEDAŞ'ê bi vê pêkanînê jiyana kurê wî xistiye xeterê û banga hestiyariyê kir.    JI BER QUTBÛNA CEYRANÊ AMÛRA WÎ ŞEWITÎ YE   Ay  diyar kir ku kurê wî ne li wext çêbûye û ji oksîjenê bêpar maye, bi salan e di bin şert û mercên zehmet de tê dermankirin û got ku ji ber qutbûna ceyranê ya DEDAŞ'ê amûrê kurê wî şewitî ye. Ay wiha axivî: "Kurikê me ne li wext çêbû û ew di kûvezê de mezin bû. Ew di kûvezê de bêoksîjen ma û ji sisêyan yekê mêjiyê wî şewitî. Kurê min heta 4 saliya xwe baş bû. Lê piştre nebaş bû û ji vir rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. Bijîşkan got nefes nagire divê em qirika wî qul bikin. Lê belê me qebûl nekir û piştre bêçare man û me qebûl kir. Gotin em ê 2-3 hefteyên din taburcû bikin. Lê belê min qebûl nekir. Bijîşk ji me re got, 'Ez ê reçeteyekê binivîsim, nîşanî qeymeqamtiyê bidin bila alikariya we bikin'. Qeymeqamtiyê ji me re got, 'Em ê trafoyê ji we re bînin, lê ev trafo niha nayê'. Lê belê ne trafo anîn û ne jî rêya me çêkirin. Bi salan e em bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne. Li aliyekî kurê min nexweş e û em bêçare mane û li aliyekî jî her roj ceyranê li ser me qut dikin. Carina ceyran nayê. Bi piranî saet di dozdehê şevê de ceyranê qut dikin ku em nikaribin xwe bigihînin cihekî. Ev amûr şewitî ye û naxebite. Ji ber ku her tim ceyran qut dibe, ev amûr şewitî. Ez çûm SSK'a Hezexê. Min ji wan amûr xwest. Lê gotin, ‘amûr bi me re tune ye’. Gotin lawê xwe bibin nexweşxaneyê.”    'ÎŞKENCEYÊ LI ME DIKIN’    Ay destnîşan kir ku dema ku kurê wan dikeve mehekê lênihêrîna awarte de dimîne û got: “Bi vî awayî jî îşkenceyê dibîne. Ji ber ku DEDAŞ timî ceryanê qut dike dema ku ambûlans tê jî di rewşeke zehmet de dimîne. Heta ku em hewl didin vî zarokî bi amûran re bigihînin nexweşxaneyê em zehmetiyê dikişînin.”     NEXWEŞÎN NE BES E 37 HEZAR LÎRE CEZA JÎ LÊ BIRÎN    Ay bal kişand ser cezayê ku DEDAŞ'ê li wan biriye û destnîşan kir ku DEDAŞ’ê bi awayekî kêfî ceza li wan biriye û tevî ku ev pêkanînên DEDAŞ'ê gelek caran ji rayedaran re ragihandiye jî, ti tiştekî nekirine. Ay anî ziman ku li şûna DEDAŞ alîkariya wan bike lê ceza li wî biriye û got: “37 hezar lîre ceza li min birî ye. Ceza jî bi hinceta ku cihê saetê hatiye guhertin. Em nikarin ceyranê bi kar bînin, ez hemû alavên ku bi ceyranê dixebitin vedimirînin, da ku kurê min bikaribe nefesê bigire. Kesek naxwaze alîkariya me bike. Carinan tevahiya rojê ceyran tune ye. Kurê min nexweş e û bi girêdayî van makîneyan dijî. Ez dixwazim ku her kes vê zilmê bibîne û dengê me bibihîze."   MA / Zeynep Durgut