Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin 2024-07-20 22:26:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku ji 14’ê tîrmehê vir ve wênegir Mûrat Yazar ê li Herêma Kurdistanê winda bûye agahî jê nayê girtin.    Heval û dostên wênegir Mûrat Yazar ragihandin ku agahî jê nayê girtin. Heval û hogirên Mûrat Yazar bi daxuyaniyekê belav kirin û ji bo kampanya berbelav bibe banga piştevaniyê kirin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mûrat Yazar wênegirek kurd e û ji Rihayê ye û ew li ser projeyek demdirêj a ku wêneyên çemê Dîcle û Firatê digire û ji bo vê yekê jî li Herêma Kurdistana Federe winda bûye û wiha hat gotin: “Wênegir Mûrat Yazar li Îtalyayê dijî. Herî dawî roja 14’ê tîrmehê li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê hatiye dîtin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Mûrat Yazar 47 salî ye û bi salane li Rojhilata Navîn, Qafqasan û Balkanan wêneyên mirov û xwezayê digire. Ew di gelek pêşbirkên wêneyan de bi ser ketiye û gelek xelatên wî hene. Çend sal in li ser projeyek têkilarî çemê Dîcle û Firatê dixebite. Em wek heval û malbata wî bi endîşe ne. Ji bo Mûrat Yazar were dîtin, ji bo em kampanyeyek berfireh çêbikin ji me re bibin alîkar.”