Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin 2024-07-20 22:09:52 STENBOL /EDENE - Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de bang li desthilatdariyê hat kirin ku dest ji zîhniyeta qeyûman berde.    Çalakî û nobedên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Nobeda dijqeyûm a li Stenbolê hatiye destpêkirin berdewam dike. Îro li Edeneyê jî nobed hat girtin û qeyûm hat protestokirin.    STENBOL    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 40’emîn de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.     Beriya nobed bê destpêkirin, girseyê 33 qurbanî ango rêwiyên Kobanê ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Di bernameya bîranînê de axaftin hatin kirin û zîhniyeta DAIŞ’ê û desthilatdariya AKP’ê hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku wê xeyalên rêwiyên Kobanê nîvco nehêlin.    Girse paşê derbasî nobeda edaletê ya dijqeyûm bû. Hevserokê DEM Partiya Navçeya Uskudarê Hayrettîn Baydar axivî û destnîşan kir ku ew li dijî rejîma qeyûm li ber xwe didin û ew ê li dijî polîtîkayên şer aştiyê bînin welat.    'DEST JI XIYANETÊ BERDE’    Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Ayşe Akosy jî axivî û qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî û got ku îro jî ev komkujî bi deste AKP-MHP’ê berdewam dikin. Aksoy destnîşan kir ku ev zîhniyeta qetlîmker li başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê komkujiyan didomîne û xwest ku PDK dest ji xiyanetê berde.     Endamê Komeleya Çandê ya Panosê ya Stenbolê Mûrat Guven û ji Komeleya Kelpîkor a Goleyê Ciwan Koç jî axivîn û bi salane ew li dijî zîhniyeta qeyûm têdikoşin.    EDENE    Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li dijî tayînkirina qeyûm li Meydana Beşocakê daxuyanî da û protesto kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û xwest desthilatdarî dest ji polîtîkaya qeyûman berde û hurmetê nîşanî îrade û mafê hilbijartinê ya gelê kurd bide.    Girseyê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist û stran hatin gotin.