Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin 2024-07-20 13:28:32   SEMSÛR - Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “li dijî dewletê daxuyanî daye” hate binçavkirin. Ozperçîn ê nîvro ji mala xwe hate binçavkirin, piştî îfadeya midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin.    Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya Ozperçîn bê wergirtin.