Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye 2024-07-20 12:12:48   RIHA - Hate îdiakirin ku girtiyê edlî Abdûrrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê tê ragirtin xwe şewitandiye. Xetereya jiyanî ya Yukselê ku birin nexweşxaneyê heye.     Hate îdiakirin ku girtiyê edlî Abdûrrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê tê ragirtin, piştî ku xistine hucreya yek kesî xwe şewitandiye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Yuksel ê piştî bi gardiyanan re şer kir û xistine hucreya yek kesî duh bi şev xwe şewitandiye. Malbat piştî ku rêveberiya girtîgehê li wan geriya ji bûyerê agahdar bû.    Hate diyarkirin ku Yuksel ê ji ber sûcê “Hewl daye bi awayekî biqestî bikuje” 15 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn ji ber beriya 10 rojan cezayê lê hatiye birîn hatiye erêkirin hatiye girtin. Xetereya jiyanî ya Yuksel ê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan heye.    Xwişka Yuksel, Gulsume Yuksel jî wiha got: “Midûrê ku ji girtîgehê li min geriya got ku ‘birayê de doşek û lihêv şewitandine, me jî ew bir nexweşxaneyê’. Min jî got ‘ev çawa dikare xwe bişewitîne, sûcê we jî heye.’ Têkildarî mijarê hêj agahiyeke baş me newergirtiye.”