Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin 2024-07-20 11:59:23 AMED - Girtiyê 30 salan Mehmet Alî Yaşa ê piştî hate berdan li Fînlandiya ya ji bo tedawiyê çûyê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.    Girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku 74 roj beriya înfaza xwe ya 30 salan temam bike ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, di 11’ê tîrmehê de li Fînlandiyayê jiyana xwe ji dest da. Piştî karûbarên otopsiyê yên cenazeyê Yaşa ê bi nexweşiya penceşêrê ketibû xelas bûn, cenaze duh bi şeva anîn bajarê wî Amedê. Cenazeyê Yaşa di saetên serê sibê de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.    Gelek nûnerên sazî, dezgeh, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, malbat û xizmên Yaşa tev li merasîma cenazeyî bûn. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn Yaşa bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.    Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windarine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç ê piştî merasîma veşartina cenazeyî axivî, da zanîn ku dewletê 30 sal in hewl dida bi awayekî sîstematîk Yaşa qetil bike û bi lêv kir ku di encama tiştên hatine kirin îro tev li cenazeyê Yaşa dibin.    Malbata Yaşa li Mala Şînê ya Liceyiyan şîn danî.