Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin 2024-07-20 10:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Mela Abid Bêzel Rêkanî yê ji Şêladizê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li herêmê dan û wiha got: "Dagirkerî bûye agir û herêma me kiriye dojeh. Ger devera me azad bibe, em tiştekî din naxwazin."   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêma Behdînanê ya Herêma Kurdistana Federe didomin. Di çarçoveya van êrişan de di 18'ê tîrmehê de Çiyayê Kurêjaro yê li Şêladizê hate bombebarankirin û pêşmergê teqawîd Osman Rijî Rêkanî yê ji eşîreta Rekan hate qetilkirin.    Kesên tev li merasîma ji bo Rêkan li Goristana Şêladizê hate kirin bûn, xwestin ku êrişên dewleta tirk demildest bi dawî bibin.   'BILA HIKÛMET TIŞTEKÊ BIKE'    Mela Abid Bêzel Rêkanî ku di merasîmê de li ser navê xelkê Şêladizê axivî, wiha got: “Ev der ji me re kirine dojeh û deriyek me nemaye. Em nikarin ji Şêladizê heta Amêdiyê yan jî Dihokê biçin. Li ser xelkê herêmê bûne agirek mezin. Em daxwaz dikin ku desthilat û hikûmetê tiştekê bike û çareseriyek ji vê rewşa xelkê herêmê re bibîne. Ev şehîdê 60-70’an yê vê herêmê ye ku bi bê mafî kirine qurban. Êdî xelk bê hêz, bêtaqet û bêzar bûye. Ger devera me azad bibe, em tiştek din naxwazin, heta îstîxdamê jî naxwazin. Çiya, kanî, zevî, av û daristanên me dagirkiriye. Dijmin çar aliyê me girtine, emê bi ku ve biçin?””   BI HEVKARIYA PDK'Ê DAGIR DIKE   Hêjayî gotinêye ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin. Ji ber vê bêdengiyê ji destpêka salê ve di encama êrişên dewleta tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê de, 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 11 welatî jî birîndar bûne.