Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne 2024-07-20 10:26:48 ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Mîhrîban Şenbayram bal kişand ser kûrbûna pirsgirêkên li qada tenduristiyê yên li Şirnex û navçeyên wê û got: “Dema mijar Şirnex be, mafê tenduristiyê yê ku divê bêheq û bikarin xwe bigihîninê, bi awayekî cidî tê sekinandin.”   Li Şirnexê krîza di sektora tenduristiyê de her ku diçe girantir dibe. Li Şirnexa, ku beriya niha bi kêmasiyên xizmetên tenduristiyê û kêmbûna kapasîteyê re ketibû rojevê, vê carê bi nexebitîna klîma û asansorên li kompleksa tenduristiyê ya 3 qatî, ku Bijîjktiya Malbatê, Dîspansera Şer a bi Êşa zirav re, Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê, Navenda Tenduristiyê ya Civakê û istasyona servîsa Lezgîn a 112’ê lê ne, ket rojevê. Tevî ku gelek caran ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar re daxwazname hatin dayîn jî pirsgirêk nehate çareserkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ev mijar bir Meclisê û bi daxwaza ku Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.    Her wiha hate diyarkirin ku ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê pergala hewadariyê naxebite, emeliyatxane hatine girtin.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mîhrîban Şenbayram têkildarî rewşa li bajêr axivî.    DI XIZMETA TENDURISTIYÊ DE KRÎZ KÛRTIR DIBE   Şenbayram da xuyakirin ku li gelemperiya bajêr di qada tenduristiyê de krîz heye û got: “Di tenduristiyê de pirsgirêk û îhmalên mezin hene. Me ev pirsgirêk berê bi raya giştî re parve kiribûn. Bi hatina havînê re zêdebûna germê ya li bajarê me li ber çavan e. Pergalên klîmayê xerabe ne û ev nayên çareserkirin. Hejmara nexweşên serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didin gelek in. Tevî vê yekê jî ji ber pergala hewadariyê ya li nexweşxaneyê naxebite, emeliyatxane hatine girtin û hejmara emeliyatan hatiye xistin. Çareseriya vê sînorkirina mafê tenduristiyê ya gel nîne. Niviyê pergala klîmayên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebitin. Xebatkarên tenduristiyê di nava xwedanê de hewl didin xizmetê bidin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya jî heman rewş heye. Pirsgirêkeke din jî pirsgirêka klima û asansorên li komleksa tenduristiyê ya navenda bajêr ku veguheriye rewşeke krîtîk e.”   Şenbayram, bi lêv kir ku ji ber kompleksa tenduristiyê dewrî Wezareta Tenduristiyê nehatiye kirin, di navbera Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Mûdiriyeta Bajêr a Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de veguheriye krîzeke burokratîk û bal kişand ku ev pirsgirêk 6 meh in didome. Şenbayram di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê rewşa heyî pirsgirêka ji ber binesaziyê derketiye holê bi tu awayî nikare bê çareserkirin, ev yek jî xwegihandina mafê tenduristiyê asteng dike. Nexweşên astengdar û pîr ên tên beşa Fizyoterapiyê ya li Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya li qata duyemîn ji ber asansor naxebitin nikarin bi derenceyan ve biçin. Her wiha nexweşên tên diyetîsyen jî bi heman awayî pirsgirêkan dijîn. Servîsa Lezgîn a 112’ê ya bi demê re pêşbaziyê dike, diviya bû di qada ketinê de bûya lê li qata 3’yemîn e, ev yek jî bêserûberiya avahiyê radixe pêş çavan. Divê kompleks bê diyarkirin ku aydê kîjan wezaretê ye û ev rewş bê çareserkirin. Ev yek ji bo welatiyan gelek girîng e.”   GEL BERDELÊ DIDE    Şenbayram, anî ziman ku bedelê krîza diqewime gel dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke SES’ê dixwazin ev kêmasî demildest ji holê bên rakirin û gelê herêmê bikare xwe bigihîne mafê tenduristiya biqalîte. Dema mijar Şirnex be, mafê tenduristiyê yê ku divê bêheq û bikarin xwe bigihîninê, bi awayekî cidî tê sekinandin. Li Şirnexê ligel texrîbata ekolojîk, guherîna avhewayê û zêdebûna germê pêdiviya klîmayan derdixe holê. Tedbîrên ‘teserûfê’ tenê li dijî xizanan tên pêkanîn û mafê tenduristiyê yê mafê herî mirovî ye digirin vê çarçoveyê. Yên sermayedaran diparêzin, wan ji bacê bêpar dihÊlin û hejmara nexweşxaneyên taybet zêde kirin dikin ku li Şirnexê berdelê vê krîzê gel bide. Em ji vir bang li Wezareta Tenduristiyê dikin; di tenduristiyê de teserûf nabe. Pirsgirêkên li saziyên tenduristiyê yên li Şirnexê bilez çareser bikin.”   MA / Zeynep Durgut