Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin 2024-07-20 09:06:20 STENBOL - Rewşenbîran polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe û ji bo aştiyê jî divê têkoşînek bênavber bê kirin.    Polîtîkayên şer û êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Hunermend, nivîskar û lîstikvanan têkildarî polîtîkayên şer ku ku nahêle pirsgirêka kurd bi şiklê demokratîk were çareserkirin nirxandin.    EMÎR: BI TUNDIYÊ BERSIVA DAXWAZÊN REWA YÊN KURDAN DIDIN    Hunermend Erdogan Emîr destnîşankir ku polîtîkayên şer feydeyê li tu kesî nake û wiha got: “Şer li ser xwesteka serdestan pêk tê û ji bo berjwendiyên xwe dikin. Divê civak hest û ramanên xwe bike yek û li ber şer rabe. Heke civakek tiştên li cîhanê diqewimin bi awayek rast nenirxîne wê di ravekirina sedemên qirkirin û zilmê de zehmetiyan bikişîne. Heke em nexwedî hişmendî bin wê feqîrî, nijadperestî û netewperestî rabe. Divê gelê kurd û gelê tirk di nava şert û mercên wekhev de bijîn. Lê bele daxwazên herî rewa yên gelê kurd tune tên hesibandin û dixwazin bi polîtîkayên tundî û şer ji holê rakin. Ev rewşa newekhev dê bibe sedema ku jiyana bi hev re û qadên aştiyê ji holê rabin. Ev jî wê siberojê talan bike.”    ‘TIRKIYE DIXWAZE KURDÊ XWE BIAFIRÎNE’    Emîr destnîşan kir ku divê hemû alî li dijî şer rabin û bisekinin û got: “Salên dirêj in Tirkiye di polîtîkayên şer de israr dike. Em dikarin êrişên li dijî Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Bi vî şerê dawî carek din tê dîtin ku hebûn û îradeya gelê kurd nayê naskirin û tune tê hesibandin. Ev şer tê maneya tune hesibandina civakekê. Tirkiye bi êrişên li dijî Herêma Kurdistanê de dixwaze kurdê xwe biafirîne. Dixwazin bi ser malbatekî re hebûn û daxwazên kurdan tune bihesibînin. Nasname û çand parçeyê herî girîng ên mirovan e. Heke mafê jiyanê ji bo hemû civakên dinyayê hebe, mafê gelê kurd jî heye bi reng, ziman û çanda xwe bijî. Dixwazî bila ev bi dewletî be an jî bila bêdewletî be. Kurd jî wek rengekî vê cîhanê mafê wan heye ku dikarin li her deverê xwe îfade bikin.”    SUAVÎ: DIVÊ EM JI BO AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN    Hunermend Suavî jî diyar kir ku divê li dijî şer bênavber ji bo aştiyê divê têkoşîn bê kirin û got: “Gelo heta ku ders ji van travma, wêranî, xwîn û bêhêvîbûnê neyê girtin, aştî dikare were avakirin? Helbet na. Ji ber vê sedemê dema parastina aştiyê û ji bo dilxweşiya gelan hewldana aştiyê ye. Îro aştî bi tenê têrê nake. Ji bo vê jî têkoşîneke bênavber lazim e. Heke dewlet wîjdanê xwe biceribîne û bike, bi paşeroja xwe re rû bi rû nemîne, ne şer û ne tundî nikare bi dawî bibe. Wê edaleta civakî jî pêk neye.”    GUMUŞ: PIRSGIRÊKA KURD BI ŞER NAYÊ ÇARESERKIRIN    Nivîskar Semîh Gumuş jî destnîşan kir ku rewşa ku dewlet bi pirsgirêka kurd re li hev nayê û aştiyê pêk nayîne pirsgirêkek 100 salî ye û wiha got: “Di nava zemanek ewqas dirêj di heke dewletek nikare pirsgirêkek xwe ya navxweyî çareser bike an jî ku naxwaze çareser bike, bi rastî jî ev tiştek ecêb e. Di dinyayê de neçareserkirinek wisa nîne. Mînakên vê yekê jî nîne. Di nava vê dema ewqas dirêj de ji bo pirsgirêk were çareserkirin tu gavek cidî nehatiye avêtin. Heke ku hûn naxwazin pirsgirêkê bi rêyên polîtîk çareser bikin, tê maneya ku hûn şer disipêrin. Tirkiye dixwaze li herêmê bibe hêzek emperyalîst. Di van 20 salên dawî de stratejiyek ku zû dipişpişe û vediguhezîne derveyî sînoran, adeta polîtîkayek dagirkeriyê dixe dewrê û zoriyê bikar tîne. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek navxweyî ye. Pirsgirêka kurd bi şerê li derveyî sînor pêk tê nayê çareserkirin. Tirkiye naxwaze pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser bike û dixwaze bi rêbazên cuda tevbigere. Ji bo pirsgirêka kurd bi şiklê demokratîk bê çareserkirin ewqas ne zehme e. Em jî neçarin û wezîfeya me ye ku li dijî polîtîkayên şer rabin û bisekinin.”    ESEN JI BRECHT BERSIVA ŞER DA    Serokê berê yê Sendîkaya Kedkarên Sînemaya Tirkiyeyê (Sîne-Sen) û lîstikvan Mehmet Esen bi gotina nivîskar û lîstikvanê Alman Bertolt Brecht bertekên xwe yên li dijî polîtîkayên şer nîşan da û wiha got: “Piştre me fêm kir ku bêdengî ketiye ser hem dost û hem jî dijmin. Ji her du aliyan jî dayik digiriyan.”    MA / Esra Solîn Dal