ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-20 09:00:13 * Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê vedike dan û diyar kirin ku ew naxwazin xwîn birije û şer pêk were û wiha gotin: "Ey Barzanî, şiyar bibe, dema ev kesên tu pê re xiyanetê dikî, dê dayikên ku îro tu xiyanetê lê dikî te rizgar bikin.”   * Rewşenbîran polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe û ji bo aştiyê jî divê têkoşînek bênavber bê kirin.    *  Hevserokê DEM Pariyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re rexne kir û got: “Helwesta PDK’ê ya di van êrişên dagirkeriyê de eşkere û zelal e. Helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye.”    * Hunermendên ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ragihandin diyar kirin ku li qadek ku kes lê ne azad be wê huner jî ne azad be û gotin: “Em her hunermendan dixwazin li dijî zilmê, zordestiyê û şer dengê xwe derxin û vedixwînin ku di nav vê hewldanê de cih bigirin.”    * Parêzera rojnamevan Sadik Topaloglû, Ayşe Acinikli diyar kir ku biryara derbarê miwekîlê wê de hatiye dayîn nehiqûqî ye û got: “Bi rêya medyayê operasyon hat kirin.”    * Li çiyayên Gabar, Cudî û li herêma Bestayê birîna daran ku hatiye destpêkirin didome. Di dîmenên ku hatine kişandin de bi deste cerdevanan ekolojiya herêmê çawa tê hilweşandin careke din radixe ber çavan. Li şûna qadên dar lê tên tunekirin jî kule û qereqol tên avakirin.    * Nûnerên rêxistinên ciwanan ên ji bo çalakî û aktîvîteyên ji ber Komkujiya Pirsûsê bên kirin bang kirin, diyar kirin ku armanca ciwanên beriya 9 salan bi rê ketin ew bû ku şoreşê bînin ser vê axê.   * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê bi tevlibûna Sebahat Tûncel û parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz bi mijara “Plana Stratejîk a jinan a 5 salan” li Elît World Otelê komxebatê li dar bixe. (10.00-17.00)    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê di civîna çapemeniyê de biaxive. (11.00) ZINDΠ   * 33 ciwanên di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin qetilkirin, dê li cihê hatine qetilkirin bên bibîranîn. (11.00-13.00)    * ÎHD û malbatên windakiriyan dê çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê bidomînin. (11.00)    * Kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, dê li gelek bajaran bi daxuyaniyan û serdanên li ser goran bên bibîranîn. (11.50-19.00) (ZINDÎ)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin wek her hefteyê dê di hefteya 1008'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên heftane li dar bixin. (13.00- 13.30)   * DEM Partî dê li navçeyên Stenbolê bi mijara “Divê çawa bijîn” atolyeyên xwendinê li dar bixe. (15.00)    * Di pêşengtiya DEM Partiyê de dê li Aydin û Wanê bi dirûşmeya “Ji şer, dagirkirin û xiyanetê re na” daxuyanî bê lidarxistin. (18.00-19.00)    * Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li Stenbol, Colemêrg û Enqereyê bên lidarxistin. (18.00-22.00)