DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir 2024-07-19 16:47:01   ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku ji ber daneyên TUÎK’ê bi milyonan mirov hatine mexdûrkirin û derbarê rêveberên saziyê de serî li dozgeriyê da û giliyê wan kir.    Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê rêveber û serokê Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) de bi sûcdariya “Peywîra xwe nebaş dikin” û “Agahiyên ne rast di nava gel de belav dikin” serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliyê wan kir.    DEM Partiyê di serlêdana xwe ya sûc de diyar kir ku TUÎK bihayên ku tu eleqeya wan bi rastiyê nînin li ber çavan digire û li ser van enflasyonê hesab dike û kêm nîşan dide. DEM Partiyê bal kişand ser daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) û diyar kir ku ev yek delîlê ku li ber çavan sûc dikine ye. DEM Partiyê destnîşan kir ku daneyên TUÎK’ê bi milyonan mirovên kedkar mexdûr kirine û got: “TUÎK, ji bo ku desthilata siyasî nexe nava zehmetiyê, bi aşkerakirina daneyan re sûc dike û ev yek wê bibe sedem ku bi mîlyonan mirov di nava şert û mercên enflasyonê de xizan bibin. Bihayên ku di asta hêmanê de nayên weşandin û hejmarên enflasyonê yên ku bi rengekî şaş têne destnîşankirin jî sûcê belavkirina agahiyên şaş ên ji raya giştî re pêk tîne. Serokê saziyê û rêveberên wê peywîra xwe nebaş dikin û bi belavkirina agahiyên xelet ên di nava gel de sûc dikin.”