Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar 2024-07-19 15:11:16   AGIRÎ - Abdullah Kaya ku li navçeya Giyadînê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku Midûrê Polîsan ê Giyadînê Ûgûr Çamli cara 3’yemîn e ku gefan lê dixwe.    Abdullah Kaya ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê rojnamegeriyê dike, ragihand ku Midûrê Polîsan ê Giyadînê Ûgûr Çamli ji Hilbijartinên Giştî yên 2023'yan ve cara 3’yemîn e ku gefan lê dixwe. Rojnameger Kaya anî ziman ku gefa ewil bi çêkirina nûçeya cerdevanekî dest pê kir. Kaya ku ji ber nûçeya xwe ya derheqê cerdevan çêkirî hat binçavkirin, li midûriyeta polîsan ji aliyê midûrê polîsan Çamli ve gef lê hate xwarin.   Pişt re Kaya, di daxuyaniya ku di 4'ê tîrmehê de ji bo tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Giyadînê hate dayîn, ji aliyê midûrê polîsan Çamli ve li pêş çavên hevşaredar û hevserokên partiyê gef lê hate xwarin. Kaya yê ku herî dawî dema di 17'ê tîrmehê de bi ber qereqolê re derbas dibû gef lê hate xwarin, diyar kir ku ew ê giliyê kesên gef li wî xwarinê bike.