Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin 2024-07-19 14:53:01 SÊRT - Cenazeyê endamê HPG’ê Osman Erbek ê li Bedlîsê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Osman Erbek (Zinar Amanos) ê di 7’ê hezîrana 2020’an de li Bedlîsê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin. Malbatê duh cenazeyê xwe ji goristana bêkesan a Bedlîsê wergirt û anî Sêrtê. Cenaze li Goristana Zevyê hate veşartin. Polîsan kesên ku xwestin beşdarî merasîma cenazeyî bibin astengkirin.