Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir 2024-07-19 13:58:46 AMED - Welatiyê bi navê Mahmût Orak îdia kir ku di dema Covîd-19’ê de ji bo tedawiya “Turk Işini” hatiye bikaranîn, giliyê rayedaran kir û got: “Min nedizanî ku canê mirovan ewqas erzan e.”    Derketibû holê ku di serdema Covîd-19’ê de xelkê Amedê ji bo tedawiya “Turk Işiniyê” weke “kobay” hatibû bikaranîn. Welatiyê bi navê Mahmût Orak îdia kir ku weke kobay hatiye bikaranîn û tevî parêzerên xwe derheqê rayedaran de serlêdana sûc kir. Orak, di serlêdana xwe de Prof. Dr. Cenap Ekîncî weke şahid nîşan da ku cara ewil wî ev îdiaye kiribû. Orak, derheqê hemû rayedarên berpirsyartiya wan di tedawiyê de heye serlêdana sûc kir û îfade da. Orak, tevî belgeyên bikaranîna tîrojkên ultra viyoleyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    GOTIN ‘TU DUAYAN BIKE KU DIJÎ’   Orak, piştî serlêdanê daxuyanî da û got ku di 20’ê hezîrana 2020’ê de tevî endamên malbata xwe ji bo testa Covid -19’ê çûne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û testên wan pozîtîf derketine. Orak, got ku piştre derman dane wan û şandine malê. Orak, diyar kir ku piştî dermanan her kes bi ser xwe ve hat lê ew baş nebûye.    ‘MIN PIŞTRE FERQ KIR’    Orak, daxuyand ku piştre dîsa çûye nexweşxaneyê û tedawî dîtiye. Orak, ew pêvajo wiha vegot: “Bijîşkê me her tim digot ‘sepaneke tedawiyê heye. Dê şandeyeke ji Enqereyê were û te baş bike.’ Min jî ji ber êşa canê xwe nedizanî bê ka çi dikim û min qebûl kir. Bêyî ku kaxizên dabûn min bixwînim min îmze kir. Piştî îmzeyê min bihîst ku şande hatiye. Ez derbasî servîsa lênihêrîna awarte. Li wir bi anesteziyê ez hatim mirandin. Piştî anesteziyê jî ew tedawî ceribandine. Dema ez hişyar bûm, ji qirika min heta kezeba min êş hebû û min wisa hîs kir ku nehpirîne. Testên piştre jî carekê negatîf carekê pozîtîf derdiketin. Çendek roj piştre derbasî servîsa asayî kirin. Di bin çavdêriyê de mam. Piştî bi malbata xwe re hatim gel hev, gotin ku ez weke kobay hatime bikaranîn. Ez gelek xemgîn bûm. Min nedizanî ku canê mirovan ewqas erzan e. Piştre jî ji nexweşxaneyê derketim. Baweriya min bi testên wan nehat û çûm nexweşxaneyeke din. Testa min pozîtîf derket. Careke din hatim nexweşxaneyê. Min bi bijîşkê bi min re di nava danûstandinê de bû re hevdîtin kir. Min jê re got; ‘çima encamên min wiha derketin, çima weke kobay hatim bikaranîn.’ Ji min re got; ‘tu duayan bike ku dijî.’ Piştre min xwest bi serbijîşk re hevdîtinê bikim lê nehiştin. Piştre tirsiyam ku dozê vekim, ez tirsiyam.”    EKÎNCÎ: GEL XAPANDIN    Cenap Ekîncî jî da zanîn ku dosyaya Orak tevî kesên pispor lêkolîn kirine û ev agahî parve kir: “Di mercên asayî de diviyabû 2-3 roj piştî tedawiyê bişandina malê. Lê nexweş hate xapandin û got ku tedawiya ‘Turk işini’ qebûl dike. birina wî ya beşa lênihêrîna awarte bêwate bû. Di bin navê anesteziyê de ketin nava sihên wî û bi rêya demaran tîrojkên ultra-viyole yên nediyar dan. Piştre jî hêj nexweş baş nebûyî şandin malê. Testên wî yên li nexweşxaneyên taybet pozîtîf derketine. Heta mehekê jî gazincên wî didomiyan. Niha jî di destê me de encamên tomografiyê yên piştî tedawiyê hene. Pir eşkereye ku nexweş baş nebûye. Hêj baş agahdarkirinek çênebûbû û tedawiyeke serkeftî nebû ku derketin pêş kamerayan û gotin, ‘me nexweş baş kir, serkeftineke mezin bi dest xist.’ Bi vê yekê re jî gel xapandin.”    ‘WE ÇIMA AMED WEKE TESTA CEREBEYÊ HILBIJART?’    Ekîncî, pirsa “We çima Amed weke testa cerebeyê hilbijart?” kir û ev tişt anî ziman: “Çima ne Stenbol, Enqere yan jî cihekî din lê Amed? Gelo beriya Mahmût we li ser çend kesan ceriband? Ya girîng ew e ku çima Amed? Şîrketa bazirganiyê çiqas di nava vî karî de ye? Şexsên têkiliya wan bi van şîrketan re heye, çiqas têkiliyên wan ên polîtîk hene? Heke wezaret destûrê bide jî ev destûreke îdarî ye. Hûn nikarin bi vê destûrê cerebeyan bikin. Pîvanên vê yên etîkê hene. Dema hûn cerebeyan li ser heywanan jî dikin hûn mecbûr in ji lijneya etîkê destûrê bigirin. Ku ev ne cerebeyeke heywanan bû. Tu pîvanên etîkê û prosedûrên tibbî nehatine bikaranîn. Me agahî û belgeyên têkildarî pêvajoyê ji dozgeriyê re şandin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin.”