Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin 2024-07-19 10:02:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyê olî yê ji Eşîra Berzenciyan Resûl Berzencî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û wiha got: “Yekitiya neteweyî dê dawî li van êrişên dagirkeriyê bîne.”    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Mamostayê Olî Şêx Babe Resûl Berzencî têkildarî êrişên dewleta tirk bi Rojnewsê re axivî. Berzencî, anî ziman ku ew dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin û wiha got: “Pêwîste hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li beramberî dagirkeriyê yekrêz û yekhelwest bin. Nabe ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta tirk bêdeng bin.”   ’EM DAGIRKERÎ Û BÊDENGIYÊ RED DIKIN’   Berzencî got ku ew weke mamostayên olî hemû leşkerkêşî û dagirkeriya dewleta tirk red dikin û wiha pê de çû: “Pêwîste desthilat li beramberî êrişên Tirkiye û dijminên din ên Kurdistanê xwedî helwest be. Dijmin nikare bi van bombebaranan kurdan bi paş bixe. Wê kurd bi tu rengî tune nebin. Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekrêz, yek helwest, dadperwer bin û gendeliyê di nava xwe de nehêlin. Em hemû êrişan şermezar û nefret dikin. Nabe desthilatdarên Herêma Kurdistanê li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta tirk bêdeng bin.”   BANGA HEVGIRTIN Û YEKITIYÊ   Bi domdarî Berzencî da zanîn di destûra Iraqê de hatiye diyarkirin ku divê di mijarên nîştimanî de yekhelwestî hebe. Berzencî, axaftina xwe wiha qedand: “Lê niha hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê li ser mijarê bi nakokin. Her wiha ola Îslamê jî em fêrkirine ku li beramberî bêdadiyê bêdeng nebîn û helwest nîşan din. Pêwîste yekdeng û yekgirtî bin. Yekitiya neteweyî dê dawî li vê dagirkeriyê bîne. Tenê rêyeke pêşîlêgirtina dagirkeriyê heye ku ew jî yekitî ye. Heke em ne yekgirtîbin, wê dijmin êrişî ser me bike, xaka me dagir bike û zilmê li me bike. Lê heke kurd yekgirtî bin dê bi ser kevin û destkeftan bidest bixin. Bi yekhelwestî û xwepêşandanên girseyî em ê bikarin rê li ber van êriş û dagirkeriyan bigirin.”