Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe 2024-07-19 09:38:32   STENBOL - Girtî Rezzan Şengul ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Malbata Şengul got ku ew ji ber jiyana zarokê xwe fikaredarin û ji rayedaran xwestin ku daxwazên wî qebûl bikin.    Endamê Grup Yorumê Rezzan Şengul ê li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û hevalên wî Vedat Dogan û Halîl Yakut sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hatin kirin. Şengul, Dogan û Yakut ji heman dozê tên darizandin û bi daxwaza ku sewqî girtîgeheke nêzî malbatên wan bên kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Şengul 113, Dogan 108 û Yakut jî 93 roj in di greva birçîbûnê de ye. Şengul, Dogan û Yakut di 10’ê sibatê de hatibûn girtin.    Dayik û bavên Şengul xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.    ‘VÎTAMÎN BI KEYFÎ KÊM HATIN DAYÎN’    Bavê Şengul, Sadik Şengul anî ziman ku kurê wî li girtîgeha bi “tîpa bîrê” tê ragirtin, îşkenceyên giran lê hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Gardiyanan tiliyên wî şikandin. Dema em jî diçin serdanê lêgerîna tazî ferz dikin. Kurê min tevî du hevalên xwe li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kir. Heke wiha nekiribûna îxtîmalekî mezin dê tiştên xerabtir bi serê wan bihatina. Jixwe pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê min hebûn. Li hemberî îşkence, neheqî û derhiqûqtiyan ji bilî greva birçîbûnê tu rêyên wan namînin. Di 15’ê tîrmehê de çûm girtîgehê. Kurê min nedikariya bimeşe. Tevî vê jî tiştên dixwaze nadin wî. Lîmonên rizî didin wan. Hebên vîtamînê hene. Divê 500 mg’an bidin kesên di greva birçîbûnê de lê heta 75 rojan jî bi awayekî keyfî 250 mg dan. Lewma pirsgirêkên tenduristiyê zû dest pê kirin. Di hevdîtina dawî de got; ‘Bavo ez êdî ji ber êşa mil û lingên xwe nikarim razêm.’ Weke malbata wî em fikaredarin. Dibe ku ji nişka ve ji me re xeber were.”    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’   Şengul, qala zehmetiyên mercên girtîgehê kir û got ku kurê wî nêz 6 meh in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Şengul, wiha domand: “Em rewşa tenduristiyê ya kurê xwe ji midûrê girtîgehê dipirsin lê dibêje ‘em nikarin di vê mijarê de agahiyan bidin.’ Li hucreya lê dimîne cihê hewadariyê tune ye. Zarok nikare bêhnê bistîne. Paceke biçûçik heye. Ev zarok ji her tiştekî bêpar hatine hiştin. Ma ev ne sûcekî li dijî mirovahiyê ye?”    ‘LI GIRTÎGEHÊ TILIYÊN KURÊ MIN ŞIKANDIN’    Dayika Şengul, Fatma Ozalp jî anî ziman ku di dema binçavkirin û girtinê de bi rojan nekarîne agahiyê ji zarokê xwe bigirin. Ozalp, diyar kir ku kurê wê bi awayekî sîstematîk rastî zextê tê û wiha got: “Dema kurê min xistin hucreyê derb kirin û tiliyên wî şikandin. Di laşê wî de gelek şopên derbkirinê hebûn û reş û şîn bûbû. Gardiyan her 45 deqeyan carekê diçin hucreyê û kurê min aciz dikin. Tu heqaret û îşkence neman ku lê nekiribin. Kurê min li dijî vê ketiye greva birçîbûnê.”    ‘FIKARÊN ME LI SER JIYANA WÎ HENE’   Ozalp, bi lêv kir ku ji ber jiyana kurê xwe fikarên wan hene û axaftina xwe wiha qedand: “Tekane daxwaza kurê min ew e ku bibin girtîgeheke ne bi tîpa bîrê be, hevalên wî li wir bin û nêzî malbatê be. Em mehê carekê kurê min dibînin. Tevî vê jî hêza me ya madî têr nake. Ji ber jiyana kurê min fikarên me hene. Em dixwazin tavilê were sewqkirin. Pirsgirêka wî ya dil û serêşa wî zêde bûye. Bi zehmetî radibe ser pêyan û nikare xwe li ser pêyan bigire. Heke tiştek bi serê kurê min bê, berpirsyarên wê rayedar in. Midûrên girtîgehê, wezareta dadê û serokkomar berpirsyar in. Kurê min ‘terorîst’ nîne. Kurê min hunermendê gel e, muzîkjen e û şoreşger e. Em dixwazin tavilê tevî hevalên xwe bê sewqkirin.”